ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-08 09:00:26     * Rojnameger Mervan Ozdemîr diyar kir ku çapemeniya şerê taybet a PDK'ê senaryoyên şerê taybet pêk tîne û wiha got: "Nagihan Akarsel wekî welatiyeke tirk hesibandin. Ji ber ku gelê kurd layiqî vê nasnameyê dibînin. Rola ku jê re hatiye dayîn li ser vê bingehê ye. Ew vê rola xwe jî baş bi cih tînin.”   * HDK, HDP û NÇM ku dê di salvegera komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bi dirûşmeya "Em ber bi azadiyê ve dimeşin" meşeke girseyî li dar bixin, ji bo beşdarbûnê bang kirin.    * Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi hevkariya hêzên herêmî û global hatiye çêkirin û got: "Li pişt vê komployê gelek dewlet hene."   * Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hûseyin diyar kir ku li dijî peymana 9'ê Cotmehê li ber xwe didin û wiha got: "Ji ber ku nikarin vê peymanê pêk bînin ji hewayê ve êrîş dikin. Em xwediyê vê axê ne, em ê wê biparêzin. Ne em li ser serê kesekî dibin desthilatdar ne jî em dibin koleyê kesekî."   * Jinên di kêliya şermezarkirina Endama Lêkolînên Navendî ya Jineolojiyê Nagîhan Akarselê de bi lêdanê hatibûn binçavkirin gotin: “Em ê gotina wê, nivîsên wê, pênûsa wê û vîna têkoşîna wê li her dereke mezin bikin.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 579’emîn de berdewam dike.    * Însiyatîfa Edalet û Rêzgirtinê ya ji Miriyan re wê têkildarî tundiya li dijî miriyan li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a Şaredariya Şîşliyê konferansekê li dar bixe. (10.00)   * Ji bo meşa ku sibê têkildarî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bê lidarxistin li gelek bajaran amadekarî tên kirin. Li Agiriyê jî wê TJA, HDP û DBP li avahiya HDP’ê panelekê li dar bixe. (11.00)   * Xizmên Windakiriyan wê li Amed, Îzmîr û Êlihê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” bidomînin. (11.00-13.00)   * Malbatên Şemiyê, ji bo aqûbeta windakiriyan bipirsin dê çalakiya xwe 915’emîn bi awayekî online pêk bînin. (12.00)   * Bi tevlibûna Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç wê kongreya partiya wî ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê pêk were. (13.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê wê bi dirûşmeya “Em ê serbikevin, qadên jiyanê biparêzin” li Qada Seyît Riza mîtînga herêmê li dar bixe. (13.00) ZINDÎ   * Komîsyona Nexweşxaneyan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê wê çalakiya “Rûniştina F” li pêş avahiya xwe li dar bixe. (13.30)   * Însiyatîfa Avakirina Aştiyê, wê bi dirûşmeya “Em ji bo Aştiyê li kolanan e” li ber Îskeleya Vapûrê ya Konaka Îzmîrê wê daxuyanî bê dayîn. (17.00)