Welatiyê li Dersimê hatibû binçavkirin hat berdan 2022-10-07 22:14:20   DERSIM - Welatiyê bi navê Ozgur Karakûş ê li gundê Xecê Cemal ê navçeya Pertagê hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.   Welatiyê bi navê Ozgur Karakûş ê li gundê Xecê Cemal ê navçeya Pertagê yê Dersimê îro danê sibehê di avêtina ser malê de hatibû binçavkirin hat berdan.    Karakûşê hat binçavkirin polîsan ew bir Midûriyeta Polîsan a Dersimê. Karakûşê ku bi îdiaya îfade li ser wî heye hat binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hat kirin. Dozger bi daxwaza girtinê Karakûş sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi şertê kontrola edlî û derneketina ji nava sînorên Pertagê Karakûş berda.