Dosyaya polîsê bi wesayîtê daye ser parêzer Karakaş dewrî ACM’ê hat kirin 2022-10-07 14:34:27   ŞIRNEX - Polîsê bi navê Sirri Erdogan li Şirnexê bi wesayîtê dabû ser parêzer Serkan Karakaş û derheqê bûyerê de doz hatibû vekirin. Di dozê de biryara “bêpeywiriyê” hate dayîn. Serokê TBB’ê Erînç Sagkan got: “Em baş dizanin ku ev êriş, girêdana xwe bi nêrîna desthilatdariya siyasî ya li hemberî pêşeyê heye.”    Endamê Baroya Şirnexê parêzer Serkan Karakaş di 10’ê nîsanê de dema li pêşiya Şaxa Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê, polîsê bi navê Sirri Erdogan bi wesayîtê dabû ser. Derheqê êrişê de bi sedema “birîndarkirina bi qesdî” doz hatibû vekirin û danişîna ewil a dozê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Şirnexê hat dîtin.    Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan, Bicihanîna Navendî ya Mafên Parêzeran a TBB’ê, baroyên Wan, Amed, Mêrdîn, Dîlok, Edene, Agirî, Êlih û Colemêrgê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, Weqfa Hiqûqa Civakî û Lêkolînan, Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr di danişînê de amade bûn. Polîsê bersûc Sirri Erdogan ku serbest tê darizandin jî di danişînê de amade bû. Parêzer Karakaş ji ber ku tedawiya wî didome, nekarî beşdarî danişînê bibe. Eywana dadgehê biçûk bû lewma danişîn li Dadgeha Cezayên Giran hat dîtin.    Di danişînê de ji ewil bersûc Sirri Erdogan axivî. Bersûc, bi gotinên weke “pirsgirêkên min ên derûniyê hene” hewl da xwe biparêze û gotinên derîaqil kirin.    DOSYA DAN DADGEHA CEZAYÊN GIRAN    Piştre jî parêzerên Karakaş axivîn û gotin ku bûyer ber “cezayên giran” dikeve lewma jî ji dadgehê xwest ku biryara “bêpeywiriyê” bide.    Dadgehê, daxwaza parêzeran qebûl kir û biryara “bêpeywiriyê” da. Dadgeha Cezayên Giştî bi vê yekê re biryar da ku dosya ji Dadgeha Cezayên Giran re bê şandin.    DÎLSÎZ: EM Ê DOZÊ BIŞOPÎNIN   Piştî danişînê jî hiqûqnasan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de ji ewil Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz axivî û wiha got: “Dosya, piştî lêpirsîna 6 mehan hat vekirin. Hemû daxwazên me di dema lêpirsînê de hatin redkirin û di encama îdianameyeke bilezûbez hatiye amadekirin de biryara tehliyekirina bersûc dan. Ji destpêkê heta niha lêpirsîneke baş nehat kirin. Weke di gelek dosyayên hêzên ewlekariyê de, di vê dosyayê de jî serî li polîtîkaya necezakirinê dan. Em hiqûqnas in. Heke em nekarin mafên xwe biparêzin, nikarin mafên welatiyan jî biparêzin. Lewma jî em ê heta dawiyê vê dozê bişopînin.”    SAGKAN: ÊRIŞAN GIRÊDANA XWE BI DESTHILATDARIYA SIYASÎ RE HENE    Serokê TBB’ê Erînç Sagkan jî got ku rojane li dijî parêzeran êriş tên kirin û wiha bertek nîşan da: “Duh li Edene û Stenbolêli dijî du hempîşeyên me êrişên giran hatin kirin. Bêguman van êrişan girêdana xwe bi nêrîna desthilatdariya siyasî ya li hemberî pîşeya me heye. Lê divê neyê jibîrkirin ku heta meqama parastinê nebe, kesek nikare qala darizandineke adilane bike. Dema sibe du sibe serê wan êşiya, dê ji ewil serî li parêzeran bidin. Lewma divê hemû kes xwedî li parêzeran derkeve. Geşedanên îro di vê dozê de hêvî da me. Lê belê em hemû jî dizanin ku encamên vê êrişa giran diyar in û diviya lêpirsîneke bibandor bihata kirin. Mixabin dadgehê pir zû dev ji tevdîra girtinê berdaye û em jî vê qebûl nakin. Em ê heta dawiyê dozê bişopînin.”