Derbarê rojnameger Nişmiye Guler de doz hate vekirin 2022-10-07 13:30:13 STENBOL - Derbarê edîtora Jinnewsê Nişmiye Guler de bi hinceta nûçeyên parve kiriye, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hate vekirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daye destpêkirin de, derbarê edîtora Jinnewsê Nîşmiye Guler de bi hinceta nûçeyên li ser hesaba xwe ya medya sanal parve kiriye bi hinceta “propagandaya rêxistinê” îdianame hate amadekirin.    Di îdianameyê de ji bo sucdarkirinê vîdeoya ku Jinnewsê bi boneya 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jinên Kurd amade kiribû hate nîşandan ku tê de yekemîn gerînendeya jin a weşanê Gurbetellî Ersoz a di sala 1997’an de hatibû qetilkirin, rojnameger Denîz Firat a di 8’ê tebaxa 2014’an de di êrişa Mexmûrê ya DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, rojnameger Ayfer Serçe ya sala di sala 2006’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin û rojnameger Nûjiyan Erhan a di 22’ê adara 2017’an de ji aliyê hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê hatibû qetilkirin cih girtibûn. Dozgeriyê parvekirina vê vîdeoyê wek sûc hesiband û kir mijara sûcdarkirinê. Dîsa parvekirina nûçeya ajansa me ya di sala 2020’an de derbarê êrişa nijadperest a Sakaryayê de weke sûc hate nîşandan.    Dîsa di îdianameyê de gotina “qaşo platforma nûçeyan” a derbarê Jinnewsê de jî bal kişand.    DANIŞÎNA YEKEM DI 19’Ê ÇILEYÊ DE YE   Di îdianameyê de derbarê Guler de ji salekê heya 5 salan cezayê hefsê tê xwestin. 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê îdianame kontrol kir û qebûl kir. Danişîna yekem a doza Guler dê di 19’ê çileya 2023’an de were dîtin. Dozgeriyê derbarê lêpirsîna bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” dom dike de biryar da ku hewce bi lêkolînê nîn e.