Piştî teqîna li Geverê malbatek hat derbkirin 2022-10-07 12:04:39   COLEMÊRG - Piştî teqîna li Geverê polîsan bi ser mala malbata Adar de girtin û endamên malbatê derb kirin. Endamên malbatê da zanîn ku di dema serdegirtinê de îşkence li wan hatiye kirin û zarokê biçûk ê malê ji axaftinê bûye.   Di şeva 2-3’yê cotmehê saet di navbera 22.00-01.00’an de li nêzî Qereqola Polîsan a 75. Yilê ya li Taxa Kişla ya Gever a Colemêrgê du teqînên mezin pêk hatin. Piştî teqînê, li dijî wesayîteke polîsên tîmên taybet ên ji Taxa Kişlayê ber bi Taxa Ormanê ve diçû êrişeke çekdarî çêbû. Piştî pevçûnan, herêm bi saetan hat dorpêçkirin. Di şeva teqînê de polîsan bêyî ku hincetekê nîşan bidin, bi ser mala malbata Adar de girtin. Di dema serdegirtinê de deriyên malê hatin şikandin, polîsên tîmên taybet 6 saetan li malê lêgerîn kirin û endamên malbatê îşkence kirin. Malbata Adar, dê bi rêya parêzerên xwe li Serdozgeriya Komarê ya Geverê serlêdana sûc bike.   ‘ÎŞKENCE LI KURÊ MIN KIRIN’   Ji endamên malbatê Mehmet Adar ê 87 salî qala bûyerê kir û wiha got: “Êvarê dema me şîv dixwar, polîsan bi ser mala me de girtin. Çawa ku polîs ketin hundir, em ber bi derî ve çûn. Min dît ku kurê min li erdê dirêj kirine, ketine ser kurê min û lê dixin. Kurê min ji piştve hatibû kelemçekirin û lê dixistin. Xwedê vê zilma wan qebûl neke. Kengî li qereqolê pirsgirêkek derbikeve, tên bi ser mala me de digirin. Mala me li kêleka qereqolê ye û 24 saetan bi mobeseyan mala me dişopînin. Tevî vê yekê jî ev yek bi serê me anîn. Em vê neheqî û îşkenceyê qebûl nakin.”   NEXWEŞXANEYÊ RAPORA DERBKIRINÊ NEDA   Bi domdarî Adar da zanîn ku kur û neviyên wî yên rastî tundiyê hatin çûne Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê lê belê bijîşkan rapora derbkirinê nedane û wiha pê de çû: “Bijîşkên nexweşxaneyê tevî şopên derbkirinê jî rapor nedan. Ji bo derbkirinê em çûn cendirmeya navçeyê lê ji me re gotin; ‘vala vala gilî nekin. Ji ber ku hûn dê sûcdar derkevin.’ Lewma jî giliyên kur û neviyê min qebûl nekirin.”    ‘HEQARET KIRIN Û LÊXISTIN’   Ji endamên malbatê jina bi navê N.A. jî diyar kir ku polîsan deriyên malê şikandine û wisa ketine hundir. N.A., bi domdarî ev agahî parve kirin: “Hêj li derî nexistin, polîsên tîmên taybet ketin hundir. Nehiştin ku em derî vekin û derî şikandin. Çawa ku ketin hundir ji hevjînê min re gotin; ‘xwe li erdê dirêj bike.’ Ji piştve kelemçe kirin, heqaret lê kirin û lêxistin. Yek ji polîsên ku bi rûpoşê ketî hundir bêyî ku sûceke hevjînê min hebe ew hedef nîşan da û bû sedem ku were derbkirin. Bi solên xwe yên qirêjî ketin hundir, her der serûbin kirin. Bi saetan li malê lêgerîn kirin. Lê tiştek nedîtin. Hevjînê min bi saetan kelemçekirî ma û destên wî reş û şîn bûbûn. Hêj jî şopên îşkenceyê li ser laşê wî ne. Tu ewlehiya canê me li vir nîne. Bêyî ku destûra lêgerînê bigirin bi ser mala me de girtin. Xwestin ji bombeya hatiye teqandin me sûcdar bikin. Lê tiştek nedîtin.”    ‘ZAROKÊ MIN JI WÊ ROJÊ HETA NIHA NA AXIVE’    Bi domdarî N.A. got ku piştî serdegirtinê derûniya zarokên wê xerab bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Bi roja ye kurê min ne radizê û ne jî diaxive. Ji tirsan zimanê wê nagere. Polîsan, zarokê min ê biçûk bi darê zorê xistin odeyekê û tevî hevjînê min derb kirin. Em dixwazin kesên ev bi serê me anîn bên darizandin.”