Erdogan kesê ji ber bazirganiya hişbirê dikir girtî bû efû kir 2022-10-07 10:31:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan cezayên Hasan Şen ê ji bazirganiya hişbirê ku 24 sal ceza girtibû û Bîlal Konakcî yê ji “FETO”yê ceza lê hatibû birîn efû kirin.  Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan bi biryara di Rojnameya Fermî ya hatiye weşandin de cezayê du girtiyan efû kir. Biryara di Rojnameya Fermî hatiye weşandin de cezayê Hasan Şen ê 54 salî ku ji sûcên “Ji bo bazirganiya hişbirê bike, li cem xwe hişbir daye peydakirin” û “gefxwarina bi çekê” 24 sal û 7 meh ceza lê hatibû birîn, hatiye efûkirin. Dîsa cezayê Bîlal Konakcî ê 45 salî ku bi sûcên “endamtiya rêxistina bi çek” (FETO) di sala 2018’an de 7 sal û 5 meh ceza girtibû jî hate efûkirin. Ji bo berdana her du girtiyan “ji ber her tim nexweş in û astengdarî” weke hincet hate nîşandan.    GIRTIYÊN SIYASÎ NAYÊN BERDAN   Erdogan herî dawî vê erka xwe di sala 2019’an de ji bo 3 girtiyên edlî û faîlê Qetlîama Madimakê Ahmet Tûran Kiliç bi kar anîbû. Lê belê girtiyên siyasî ên nexweş ku nikarin li girtîgehê jiyana xwe bidomînin nayên berdan. Li dijî vê yekê li Amed, Îzmîr, Stenbol û Wanê ev demeke dirêj e Nobetên Edaletê tên lidarxistin. Malbat bi lezgînî berdana zêdetirî 30 girtiyên nexweş ku di nava wan de Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tûglûk jî hene dixwazin. Li gel çalakî û bangan ev daxwaz nayê pêkanîn.    Ji sala 2018’an heya niha derbarê 9 girtiyên ku cenazeyên wan ji girtîgehê derketin de raporên “dikare li girtîgehê bimîne” hatibûn amadekirin. Gelek girtî jî piştî demeke pir kin a ser berdanê, jiyana xwe ji dest dabûn.