ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-07 09:00:06     * Edîtora Kovara Jineolojiyê Parêzer Rûşen Seydaoglûyê destnîşan kir ku tevgera jinên kurd ji ber ku bi awayekî pergalî mudaxileyî pêkhateya heyî dike bûye hedefa pergala serdest a zilamsalarî û wiha got: "Jin suîqasta li hemberî Nagîhan Akarsalê wekî êrişa li azadiyê dihesibînin. Lewma soz dan ku dê têkoşîna Nagîhanê bilind bikin."    * Mehmet Emîn Gezer ku di çalakiyên 6-8'ê Cotmehê de polîsan ew birîndar kiribû, hem li kiryarên xwe hem jî li yên ku wê demê birayê wî kuştine digere.    * Îfadeyên Hîcran Berna Ayverdiyê ku Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli jî di nav de der heqê nêzî 800 kesî de îfade dabû, derew derketin.    * Dê li Wanê di salvegera komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de meşek bê lidarxistin. Ji bo beşdarbûnê bang li her kesî hat kirin.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 578’emîn de berdewam dike.    * Danişîna yekemîn a doza li dijî polîsê ku parêzer Serkan Karakaş bi wesayîta zirxî pelçiqandî bû wê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Şirnexê pêk bê. (10.00-17.00)   * Bi minasebeta 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd wê li ber kampusa Girtîgeha Amedê daxuyanî bê dayîn û li avahiya NÇM'ê ya Stenbolê çalakî bê lidarxistin. (11.30-18.30)   * Şaxa OHD’ê ya Amedê, derbarê êrişa polîsan a li dijî protestoya piştî qetilkirina Nagihan Akarsel de wê li ber edliyeyê daxuyanî bide. (12.30)   * Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dersîm Dag dê têkildarî rojeva ciwanan li Buroya Piştevaniyê ya DBP’ê ya AMedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30) ZINDÎ   * Têkildarî Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê li Çewligê daxuyanî bê dayîn û li navçeya Nîsêbîna Mêrdînê jî wê meşa jinan were lidarxistin. (13.00)   * Li avahiyên Şaxên ÎHD’ê yên Amed, Êlih û Îzmîrê wê “Nobeta Aştiyê” were girtin. (13.00-17.00)    * Têkildarî Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hate qetilkirin wê li ber Îskeleya Konakê ya Îzmîrê daxuyanî bê dayîn. (18.30)