Cendirmeyan hewl da pêşî li ber xebatên HDP'ê bigirin 2022-10-06 19:44:48   MÊRDÎN – Li Stewrê cendirmeyan hewl da civîna gel a HDP'iyan asteng bike. HDP'î guh li astengiyan nekirin û civîna xwe li dar xistin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stewra Mêrdînê, li gundê Barmanê xwest li baxçeyê malekê civîna gel li dar bixe. Gava gundî li baxçe kom bûn, cendirme hatin ber deriyê hewşa malê. Cendirmeyan bi kamerayên telefonên bêrîkan civîna HDP'iyan qeyd kirin û îdia kirin ku ji ber ku "destûr nehatiye girtin" dê nehêlin civîn bê kirin. Piştî vê HDP'î û fermandarê cendirmeyan qederekê ketin qirika hev. HDP'î jî bi telefonên xwe dîmenên fermandarê cendirmeyan tomar kirin û gotin dê bi raya giştî re parve bikin.    Piştî ku HDP'î ji ya xwe daneketin, cendirme ji ber hewşê çûn û ji dûr ve civînê şopandin. HDP'î piştî civînê ji gund derketin.