Rapora Hewselê: Em xwedî li xwezaya xwe derbikevin 2022-10-06 17:07:51   AMED - Odeya Avahîsazan a Amedê rapora xwe ya derheqê Baxçeyên Hewselê de bi raya giştî re parve kir û banga xwedîderketina li xwezayê kirin.    Odeya Avahîsazan Amedê, Şaxa Odeya Endezyarên Zîraetê ya Amedê, Komîsyona Hiqûqa Hawirdor û Bajar a Baroya Amedê û Komeleya Ekolojiyê li Odeya Avahîsazên Amedê “Rapora Baxçeyên Hewselê ya 2022’yan” parve kir. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dêrsim Dag, parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn û nûnerên gelek saziyan di daxuyaniyê de amade bûn. Pankartên “Bila Dîcle azad bi herike, Hewsel bêhna rihanan bide” û “Duh talan îro mihrîcan” hatibûn daliqandin.    Beriya xwendina daxuyaniyê, Hevseroka Odeya Endezyarên Ceyranê Sorgûl Aytek Avşar axivî û da zanîn ku dê destûrê nedin ku hinek kesên mafyayî burokratên tayînkirî mîmariya bajar xerab bikin. Bi domdarî Avşar, got ku xweza, emaneta nifşên pêşerojê ye û bajarê Amedê jî bêxwedî nîne.    ‘BAXÇEYÊN HEWSÊLÊ NAHÊLIN MIROV BIBE BIYANIYÊ XWEZAYÊ’   Piştre jî Hevserokê Şaxa Odeya Endezyarên Zîraetê ya Amedê Samet Ucaman rapor xwend. Ucaman, da zanîn ku Baxçeyên Hewselê, bi hezaran salan weke cihê hilberîna çandiniyê hatiye bikaranîn û wiha domand: “Malavaniya gelek şaristaniyan kir. Li seranserî cîhanê kêmek cihên mîna Baxçeyên Hewselê hene ku çanda bexçevaniyê lê didome. Tiştekî pir girînge ku niha rê nade ku mirov biyaniyî xwezaya xwe bibe. Her wiha jiyana bajar a civakî û çandî pêş ve dibe û gelek malbatên kêmdahat bi saya Hewselê debara xwe dikin. ‘Qada Peyzajê ya Çandî ya Baxçeyên Hewselê û Keleha Amedê’ di sala 2015’yan de weke Mîrasa Cîhanê ya UNESCO’yê hat qebûlkirin. Tirkiyeyê jî di 16.03.1983’an de projeya UNESCO’yê ya Peymana Parastina Mîrasên Xwezayê û Çanda Cîhanê îmze kiriye. Tevî peyman û biryarên navneteweyî jî ev dever rastî talan û texrîbatên jêneveger tên.”    ‘ARMANCA MÎHRÎCANÊ PIŞAFTIN E’   Bi domdarî Ucaman bal kişand ser mîhrîcana ku dê li Sûrê bê lidarxistin û ev tişt anî ziman: “Di vê krîza aborî de bi mesrefeke mezin mîhrîcan tên lidarxistin. Em baş pê dizanin ku ev mîhrîcan ji bo avakirina hafizeyeke nû û pişaftinê tên kirin. Weke pêkhate û parastvanên vê mîrasê, daxwaza me ew e ku Baxçeyên Hewselê û derdorên wê, Çemê Dîcleyê, bircên dîrokî û Qada Sît a Sûrê bi qanûnan bên parastin. Em dixwazin pêşî li ber destwerdanên ziyanê digihînin xweza, çand û dîrokê bên girtin. Em ji bo parastina qadên xwezayî û çandî bang li gelê xwe, rayedaran û saziyên civaka sivîl dikin ku xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin.”   Piştre jî Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Ferît Karahan axivî. Karahan, qala avahiyên bi qaçaxî tên kirin û binpêkirinan kir. Karahan xwest ku gelê Amedê ji bo parastina çand û xwezaya xwe bihestiyar tevbigere.    ‘BIHÊLIN BILA DÎCLE AZAD BIHERIKE’   Ji Meclisa Ekolojiyê Zekî Çelebî pêşkeşiya xwe kir. Çelebî bi bîr xist ku nîsk, genim, ceh û hwd. cara ewil li Amed û derdora wê hatiye çandin û wiha pê de çû: “Bi ‘baxçeyê milet’ re gelek dever kirin beton. Bi kemçeyan dar birîn, ew dever kirin çol û gelek masî mirin. Bihêlin bila Dîcle azad biherike û Hewsel bêhna rihanan bide.”    Herî dawî jî Seroka Komîsyona Hiqûqa Hawirdor û Bajar a Baroya Amedê parêzer Hebûn Baygin axivî. Baygin, destnîşan kir ku di 2 salên dawî de li bajar gelek masî dimirin. Baygin, da zanîn ku sedema mirina masiyan, çêkirina xetereya barajan e. Bi domdarî Baygin bang kir ku Baxçeyên Hewselê bên parastin.    Daxuyanî bi pirs û bersivan bi dawî bû.