Rêxistinên civaka sivîl ji bo girtiyên nexweş bang kirin 2022-10-06 15:23:21   WAN - Bi mebesta berdana girtiyên nexweş, li Wanê 20 partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, komele û odeyan bang kir.   Bi mebesta balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li Wanê 20 partiyên siyasî, komele, rêxistinên sivaka sivîl û sendîkayan daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî li pêşiya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) hat dayîn û pankarta bi kurdî û tirkî ya “Azadî ji bo girtiyên nexweş” hatibû vekirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de Rêveberê Şaxa OHD’a Wanê Îslam Kartal da zanîn ku binpêkirin û mirinên biguman ên li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibin û wiha got: “Em roj bi roj ji rêgezên parastina aştî, edalet, wekhevî, azadî, rûmeta mirovan, mafê jiyanê û mafê jiyanê yên di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de dûr dikevin. Mixabin ku encamên herî giran ên vê dûrketinê jî li girtîgehan dibe. Girtî terkî mirinê hatine kirin û girtîgeh veguherîne qadên wisa ku mirov nema dikare lê bijî. Her cureyên binpêkirinên mafên mirovan û miameleyên dermirovî li girtîgehan tên kirin.”    DI 2022'YAN DE 50 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Kartal, diyar kir ku wezareta dadê li hemberî bangawaziyên ji bo berdana girtiyên nexweş xwe li bêdengiyê dide û wiha bi dawî kir: “Ji girtîgehan an darbest derdikevin an jî demekî kin piştî berdanê jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî jî Emel Haceroglû ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dihat ragirtin, tevî serlêdanan jî dereng şandin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest da. Nevzat Çapkin ku 8 meh berê ji Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê hatibû berdan jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Tenê di sala 2022’yan 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Divê desthilatdariya siyasî û rayedar ji bo pêşîlêgirtina mirinan, di zûtirin demê de tevdîran bigirin. Banga me li wezareta dadê û saziyên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî ew e ku bikevin nava liv û tevgerê.”    Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû.    Saziyên ku metn îmzekirin ev in: “OHD, TJA, Komeleya Hawirdorê ya Wanê (ÇEVDER), ÎHD, KESK, Atolyeya Çand Hunerê ya Aryenê, GOÇ-DER, Komeleya Jinan a Starê, TMMOB, DÎSK, TUHAY-DER, Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê, Baroya Wanê, HDP, DBP, MEBYA-DER, Koma Şanoyê ya Şanowan, Komeleya Ziman û Çandê ya Arsîsa, Komeleya Zanist Antropolojî Huner û Çandê (BASK-DER) û Odeya Bijîşkên Diranan a Wanê.”