Doza rojnameger Tûnç hat taloqkirin 2022-10-06 14:56:08   STENBOL - Danişîna doza rojnameger Hayrî Tûnç hat dîtin ku ji ber parvekirina nûçe û hevpeyvînên li ser hesaba xwe ya medyaya civakî tê darizandin. Danişîna dozê bi sedema temamkirina kêmaniyên di dosyayê de hat taloqkirin.     Rojnameger Hayrî Tûnç têkildarî Komkujiya Mereşê, hevpeyvînên bi şahid û xizmên qurbaniyan re hatine kirin li ser hesaba xwe ya medyaya civakî parve kiribûn û şîroveyên xwe nivîsandibûn. Bi vê sedemê jî derheqê Tûnç de bi îdiaya "xelkê li dijî hev sor dike û dijminatiyê belav dike" doz hatibû vekirin. Yekemîn danişîna dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de Tûnç û parêzera wî Arzûhan Halîs amade bûn.     PARVEKIRINA NÛÇEYAN WEKE SÛC NÎŞAN DA   Danişîna dozê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî Tûnç parastina xwe kir. Tûnç, got ku îdiayên derheqê wî de sûc nînin û wiha got: "Zarokê Xaney Yuzuak li parkê hatibû kuştin û heta dawiya emrê xwe li wir jiya. Me jî ev hevpeyvîn ji bo xebata pirtûka derheqê komkujiyê de pê re kiribû. Salek piştî hevdîtina me,  Yuzuak jiyana xwe ji dest da. Min jî xwest ku ev bûyer neyê jibîrkirin lewma jî parve kir. Parvekirinên min ên derheqê mudaxaleya Sehaya Fûtbolê ya Beşîktaşê ya Vodafon Arenayê ku 44 kes jiyana xwe ji dest dabûn, pirsgirêka vehewînê ya xwendekarên zanîngehê, kuştina jinekê ya ji aliyê notirvenekî de jî weke sûc hatine destnîşankirin."   Parêzera Tûnç Arzûhan Halîs axivî û ji bo parastina xwe amade bike û vekaletnameyê diyar bike, dem xwest.    Piştre jî dozger xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin.    Şandeya dadgehê daxwaza Halîs qebûl kir û danişîn da 6'ê kanûnê.