Ji bo Meşa 9’ê Cotmehê ya Amedê banga tevlibûnê 2022-10-06 14:43:51   AMED - Bi mebesta protestokirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dê li Amedê bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” meş were lidarxistin. Parlamentera HDP’ê Dêrsim Dag banga tevlibûna meşê kir û wiha got: “Ev meş dê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin.”    Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Hewldana 78’an û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), têkildarî salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, daxuyanî dan. Daxuyanî li avahiya Rêxistina HDP’a Amedê hat dayîn.    Di daxuyaniyê de Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag axivîn.    NAVNÎŞANA MEŞÊ REZAN E   Hayrettîn Altûn, da zanîn ku dê di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de li Cehdeya Emek a Rezan a Amedê bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” kom bibin û meşekî li dar bixin. Bi domdarî Altûn ev tişt anî ziman: “Weke di her serdemê de, gelê kurd niha jî dixwaze berxwedanê pêş bixe. Heke gelê kurd bi sazî û dezgehên xwe ve xwedî li Abdullah Ocalan derkeve, dê demokrasî pêk bê. Em ê bi vê boneyê di 9’ê cotmehê saet di 15.00’an de li ser Cehdeya Emekê bên ba hev. Banga me li tevahiya gelê Amedê ew e ku xwedî li demokrasî û kedê derkevin û tev li meşê bibin.”    'HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN’   Parlamentera HDP’ê ya Amedê û Berdevka Meclisa Ciwanan Dêrsim Dag jî diyar kir ku hêzên serdest xwestin bi Komploya 9’ê Cotmehê re têkoşîna gelê kurd tesfiye bikin û wiha bi dawî kir: “Nekarîn roja me tarî bikin û ev 24 sal in berxwedan û têkoşîn didome. Ji 1998’an heta niha têkoşîna gelê kurd roj bi roj mezintir bû. Yên ku digotin ‘em ê têkoşîna kurdan tune bikin’, şahidiya Rojava kirin. Komploya navneteweyî heta niha bi kêr nehat û dê ji vir û şûnde jî bi kêr neyê. Lê perspektîfa ku ava kiriye bo hemû gelan bû mînak. Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro li hemû cîhanê teşe digire. Divê baş bê zanîn ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bi komplo û tecrîdê qels nabe. Meşa me dê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin. Di serî de ciwan û jin, banga min li her kesî ew e ku tev li meşê bibin.”    Daxuyanî bi dirûşmên “Bimre komploya navneteweyî" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.