RSF’yê ji bo Akarsel daxuyanî da: Dengekî femînîst ê xurt hate bêdengkirin 2022-10-06 14:12:04   ENQERE - Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas, qetilkirina Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel şermezar kir û wiha got: “Dengekî femînîst ê xurt ê kurd hate bêdengkirin.”   Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas (RSF) a navenda wê li Parîsê bi gotina “Dengekî femînîst ê xurt ê kurd hate bêdengkirin” qetilkirina Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ya di 4’ê cotmehê de di encama êrişeke çekdarî ya li ber deriyê mala xwe ya li bajarê Silêmaniyê şermezar kir.    RSF’ê bi bîr xist ku ev yek di salekê de “êrîşa pêncemîn a suîqestê ya li dijî kesayetên kurd an jî aktîvîstên li dijî dewleta tirk rexne dike” ye.   Buroya RSF’ê ya Rojhilata Navîn jî wiha got: “RSF kuştina rojnamevan a femînîst û nivîskara kurd Nagîhan Akarsel ku di demeke jinên kurd ji bo rizgariya jinan, pêşengtiyê ji serhildanê re dikin de bi tundî şermezar dike.”   Di daxuyaniyê de ji rayedarên herêmî hate xwestin ku bûyer bi hemû aliyan ve bê ronîkirin, faîl bên darizandin û ji bo Akarsel edalet pêk were.