Polîs ji Şenyaşar ê 577 roj in nobetê digire re got: Ev der ne mala we ye 2022-10-06 14:00:41   RIHA - Polîs ji Ferît Şenyaşar ê 577 roj in li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire re got “Ev der ne mala we ye” û xwest wî asteng bike.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê daye dest pê kirin di roja 577’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobeta xwe berdewam dike. Ferît Şenyaşar jî di saetên serê sibê de hate ber deriyê edliyeyê.    DESTÛR NEDAN PANKARTÊ    Ferît Şenyaşar, li qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi nobetê kir û pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo herkesê edalet” blokên beton ve daliqand. Polîsan ji pankarta ku demekî dirêj e tê daliqandin re “Qanûna Qebahetan” weke hincet nîşan da û mudaxile kir. Şenyaşar bertek nîşanî mudaxileya polîsan da û asteng kir ku polîs dest danin ser pankartê ji blokan ve vekirin.   ‘EM Ê JI BER EDLIYEYÊ NEÇIN’   Ferît Şenyaşar ê têkildarî mudaxileya polîsan axivî, destnîşan kir ku 577 roj in têkoşîna edaletê didin û wiha got: “Mirovên me li nexweşxaneya dewletê hatin qetilkirin. Birayê min bi awayekî neheq 4 sal in li hucreyeke yek kesî de tê ragirtin. Em li vir ji rayedaran dixwazin ku peywîra xwe û edaletê bi cih bînin. Em her roj tên li ber edliyeyê. Di destê me de tenê pankarteke me heye. Em dixwazin berpirsyarên sûcê mirovahiyê bên cezakirin. Şûna ku ev daxwazên me bi cih werin, îro jî li ber edliyeyê Serdozgeriyê Rihayê û Midurê Şaxa Ewlehiyê hewl dan bi darê zorê dest deynin ser pankartê.” Şenyaşar bi lêv kir ku hewl hate dayîn ku li ber edliyeyê bên dûrxistin û got: “Bi gefan em ji ber edliyeyê naçin.”   GEFA BINÇAVKIRINÊ LÊ XWARIN   Şenyaşar demekê bi girtina pankartê ya di destê xwe de çalakiya xwe bêdeng domand û careke din pankart bi bariyeran ve kir. Lê polîsan cara duyemîn mudaxileyî pankartan kir. Di dema mudaxileyê de Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Mûstafa Vefa diyar kir ku têkildarî pankartan biryarên emsal ên beriya niha hatine dayîn hene. Li ser vê yekê polîsan bi gotina “Me araste nekin, heke ji dest danîna ser a pankartê re bibe asteng em ê derbarê Ferît Şenyaşar de ji ber me asteng dike em ê kirariyên edlî bidin destpêkirin” gefa binçavkirinê li Şenyaşar xwar.    Polîs bi gotina “Ev der ne mala we ye” hewl da Şenyaşar li ber bariyeran rake û pankartê rake. Li ser vê yekê Ferît Şenyaşar careke din pankart bêyî ku barîyeran ve bike di destê xwe de girt û çalakiya xwe domand. Çalakiya Ferît Şenyaşar a li ber edliyeyê berdewam dike.