Li Bodûrê li dijî hilweşînê di nobetê de ye, xistin 2022-10-06 12:07:12   DÎLOK - Hasan Bodûr ê li dîjî vegûhestina bajêr Nobeta xwe ya Edaletê didomîne ji aliyê parazvan û peywirdarên ewlekariyê yên Şaredarê Şehîtkamîl Ridvan Fadilolglû ve hate derbkirin.    Desteya Wezîran bi navê “Projeya Vegûherînê ya Bajêr a Riya Armûşê” di sala 2012’an de biryara hilweşînê ya taxên Yeşîlova, Mîthatpaşa û Eydîbaba yên navçeya navendî ya Şehîtkamîl a Dîlokê girtibûn. Hasan Bodûr ê kû xaniyê wî di çarçoveya heman projeyê de dê bê hilweşandin jî ji 4’ê îlona 2021’an ve li pêşiya Dadgeha Îdareyê ya Dîlokê, Nobeta Edaletê daye destpêkirin. Bodûrê ku 395 roj in nobeta xwe didomîne duh xwest civîna Meclîsa Şaredariya Şehitkamîl bişopîne û hat pêşiya şaredariyê. Peywirdarên Ewlekariya Taybet (OGB) û Parazvanên Şaredarê Şehîtkamîlê Ridvan Fadiloglû êrişî Bodûr kirin.   Kedkarên çapameniyê yên ku xwestin dîmenan bigirin jî hatin astengkirin. Bodûr ê ku piştî êrişê aciz bûye anî ziman ku ew ji aliyê 5 kesan ve hatiye kaşkirin û got ku parazvanekî şaredar jê re gotiye ‘Ez ê te li vir bin erd bikim’.    Bodûr anî ziman ku ew ê giliyê xebatkarên şaredariyê yên ku ew asteng kirine û tundî lê kirine, bike.