Têkoşîna ji bo Abdullah Ocalan sînor derbas kirine 2022-10-06 09:01:15   STENBOL - Berdevka Komîsyona Têkiliyên Navneteweyî ya KNK'ê Nîlûfer Koçê diyar kir ku ew ê bi pêngaveke navneteweyî bersiva komploya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidin û got: "Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo sînor derbas kirine."   Di ser komploya navdewletî re ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat kirin, 24 sal derbas bûn. Çendî armanc di şexsê Ocalan de tesfiyekirina tevgera azadiyê bû jî, lê komploger negihiştin armanca xwe. Berekesê vê Ocalan di şert û mercên tecrîdeke giran de li hemberî pergala kapîtalîst hîmên jiyaneke nû danîn û fikirên wî gihaştin milyonan kesî. Em têkildarî mijarê bi Berdevka Komîsyona Têkiliyên Navneteweyî ya Kongreya Neteweyî ya Kurd (KNK) Nîlûfer Koç re axivîn.    OCALAN HESABÊ WAN XERA KIR   Nîlûfer Koç diyar kir ku hêzên global ên bi pêşengtiya DYA'yê li Rojhilata Navîn Kurdistanê wekî herêmeke tampon hilbijartine û wiha got: "Bi vê yekê re hevkêşeyek hebû ku di ser Kurdistanê re hem hêzên herêmî kontrol bikin hem jî bi rêya hêzên herêmî Kurdistanê kontrol bikin. Armanca wan bbi mantiqa Peymana Lozanê dixwestin herêmê dîzayn bikin." Koç anî ziman ku lê tevgera azadiyê ya kurdî ya bi pêşengiya Abdullah Ocalan li dijî vê hevkêşeyê dest bi pêvajoyeke nû ya şoreşgerî kiriye û got ku lê di pêvajoya nû de hêzên navneteweyî wekî berê nikarin Kurdan bi kar bînin.   Koç destnîşan kir ku lê bi fikir û têkoşîna Ocalan “rastiya ku gelê kurd xwedî li doza xwe derdikeve" derketiye holê û wiha domand: “Ji ber ku ev geşedana nû li hesabê hêzên global nehat, li hemberî Rêber Apo komploya derxistina ji Rojhilata Navîn gerandin. Paşê di 15'ê Sibatê de li Kenyayê bi dîlgirtina wî re xwestin vê pêvajoyê temam bikin. Armanca sereke ya komployê ew bû ku nehêlin Rêber Apo bi fikrên xwe bibe pêşengê serdemê û pêşî li ber şoreşa li Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo bigirin."   'JI BO ÇARESERIYÊ ÇÛ EWROPAYÊ'   Bi domdarî Koç da zanîn ku armancên komployê pêk nehatine û ya nehiştiye pêk bên jî têkoşîna gelê kurd e û wiha pê de çû: “Dema ku Rêber Apo çû Ewropayê, xwest pirsgirêka kurdî ne bi hevkêşeya Lozanê, bi rastiya gelê ku dixwaze bi xwe azadiya xwe bi dest bixe û çarenûsa xwe diyar bike çareser bike. Xwest meseleya kurdî xuyangtir bike. Xwest bi pêngaveke dîplomatîk Ewropayê, xwest qaneh bike ku dema feraseta Peymana Sykes-Pîcotê û feraseta Lozanê  derbas bûye. Xwest merheleyeke din bide destpêkirin û meseleya kurdî bi awayekî aştiyane çareser bike. Hêzên navdewletî dixwestin Kurdistanê bikin herêma tampon, lê Rêber APo jî dixwest Kurdistanê bike herêma tampona a aştiyê. Bi tevgereke dîplomatîk xwest Ewropa qanih bike ku Peymana Sykes-Picot û zîhniyeta Lozanê bi ser ketiye. Dixwaze qonaxeke nû bide destpêkirin û pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bike."   ‘KURD XWEDÎ LI RÊBERÊ XWE DERKETIN'   Di berdewamê de Koç destnîşan kir ku komployê "travamyeke neteweyî" li kurdan peyda kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê bi sedan ji wan ji bo Rêberê xwe rizgar bikin canê xwe dan û agir berdan canê xwe. A rast kurdan ev peyam da hemû cîhanê: 'Em ne kurdên berê ne, we Şêx Seîd bi dar ve kir, we Seyîd Riza înfaz kir, we Simkoyê Şikakî û Qazî Mihemed tune kir, lê em bi Abdullah Ocalan re guherîne, em ê bi her awayî xwedî li rêberê xwe derkevin ku em bi azadiyê hesandine.'"    Koç bilêv kir ku gelê kurd bi bedêlên giran komployê pûç kiriye û got: "Kurdan bi pêngaveke nû, qet nebe hiştin ku rêberê wan bi awyaekî fîzîkî sax bimîne. Yanî keda Rêber Apo berhewa neçû. Kurdan bi bedêlên giran pêşî li ber îmhayeke mezin girt."    TÊKOŞÎNÊ SÎNOR DERBAS KIRINE   Koç diyar kir ku ev helwesta gelê kurd bandorê li hemû gelên herêmê jî kiriye û ji bo wan bûye cihê hêviyê û ji bo vê îşaret bi têkoşîna li çar hawirdorên cîhanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan kir. Koç destnîşan kir ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan sînor derbas kirine û bal kişand ser "Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan" û "Komîteyên Azadî Ji Bo Ocalan" ên li welatên Ewropayê hatine avakirin.    Koç, wiha domand: "Di eniya jinê de jî rewşek bi vî rengî heye. Herî dawî li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinê serîhildanek çêbû û 'jin, jiyan, azadî' olan da. Ev keda Rêber Apo ye. Yanî rastiyeke şoreşê li holê ye ku Kurdistanê jî derbas kiriye. Çareseriyên ku Rêber Apo berpêş kirine digihê hemû gelan û cîhanê. Pêşniyazên çareseriyê yên Rêber Apo bi qasî ku herêmî ne, ew qasî jî global in. Lewma ez bawer dikim ku di vî warî de bi xurtkirina têkoşînê em ê karibin encamekê bi dest bixin. Yanî bi xwedîderketina li berxwedan li Îmraliyê, em ê karibin pêşî li ber faşîzma li Tirkiyeyê bigirin."    PIŞTEVANIYA JI O OCALAN   Koç bal kişand ser çalakiyên ji bo Ocalan ên li cîhanê hatine destpêkirin jî û wiha domand: "Lehiya hevgirtinê rû dide." Koç bibîr xist ku 12 sal in çalakiya wan a nobedê didome û ev çalakî rojê 24 saetan e. Koç wiha got: "Ev çalakî kirin ku nasnameya demokrasî û aştiyê ya Konseya Ewropayê têkevin ber nîqaşan."    'CIVAK LI CEM OCALAN E'   Bi domdarî Koç ev tişt anî ziman: "Mînak, li Kenyayê Komîteya Azadiyê ya Rêber Apo heye. Li Kenyayê nifşek heye, yeqîn dike ku pirsgirêkên li wir dê bi pêşniyazên çareseriyê yên Rêber Apo bên çareserkirin. Civaka ku dewleta wan xiyanet li RÊber Apo kir, xwedî li Rêber Apo derdikeve. Guherîneke wiha heye. Fikirên Rêber Apo û bi taybetî helwesta wî ya ji bo jinan pir tê nîqaşkirin. Nifşên nû xwedî lê derdikevin. Almanya, Fransa, Îngîltere û welatên Îskandînavyayê di polîtîkayên berê de israr dikin, lê civak li cem Rêber Apo ne."    BANG LI CPT Û NE'YÊ KIR    Koç destnîşan kir ku divê CPT û Neteweyên Yekbûyî (NY) li dijî tecrîda li ser Ocalan erka xwe pêk bînin û wiha got: "Xweîfadekirina Rêber Apo, dê bê wateya ku gelê tirk û kurd dê ji faşîzma AKp-MHP'ê xelas bibin. Dê her kes bi rihetî bêhnê bistîne. Ê ku vê yekê pêk bîne têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û rêberê wê Rêber Apo ye."    PÊNGAVA NAVNETEWEYÎ   Koç da zanîn ku dê di salvegera 9'ê Cotmehê de gelek çalakî bên lidarxistin û peyamên girîng bên dayîn û wiha got: "Li qada navneteweyî kampanyeyeke îmzeyan heye. Em jî di nava vê kampanyayê de ne. Em dixwazin xwedî li berxwedana li Îmraliyê ya Rêber Apo derkevin û peyameke xurt bidin Konseya Ewropa, CPT û DMME'yê. Em ê bibêjin 'hûn di vê komployê de bi ser neketin, dest ji vê berdin.' Dê li Strasburgê gelek çalakî bên lidarxistin. Ji lew re meseleya Rêberê Apo, meseleya diyarkirina çarenûsa gelekî ye û ji bo KNK'ê jî rewşeke neteweyî ye. Azadiya Rêber Apo, dê bibe tekane mifteya çareserkirina meseleya kurdî."    MA / Esra Solîn Dal