ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-06 09:00:17     * Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdanê diyar kir ku serdan, bername û çalakiyên wan ji aliyê polîsan ve tên krîmînalîzekirin û der barê wan de lêpirsîn tên vekirin. Fîdanê destnîşan kir ku qeymeqamtî karbidestiyê xesp kiriye û got ku xizmeta xwe di bin pêkanînên “qeyûmtiya fiîlî" de dikin.    * Berdevka Komîsyona Têkiliyên Navneteweyî ya KNK'ê Nîlûfer Koçê diyar kir ku ew ê bi pêngaveke navneteweyî bersiva komploya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidin û got: "Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo sînor derbas kirine."   * Li Rihayê bi hinceta tev li meşa protestokirina Komkujiya Gara Enqereyê bûbûn li 5 kesan cezayê hepsê, cezayê pereyî û cezayê kontrola edlî hatibû birîn. Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku cezayên hatine birîn azadiya fikr û ramanê bin pê kirine.    *  Malbatên kesên di qedexeya derketina derve ya Sûrê de hatin qetilkirin bertek nîşanî "mîrhîcana" ku dê Wezareta Çand û Turîzmê li Sûrê li dar bixe dan û wiha gotin: "Cihê ku xwîna zarokên me lê rijiyaye, ne cihê kêfxweşî û mîhrîcana ye. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Bila gelê me beşdarî mîhrîcanê nebe."    * Kerem Çitanak ê diyar kir ku beriya 30 salan dest bi merengoziyê kiriye, anî ziman ku ji ber zêdebûna mesrefan û krîza aborî nikare bixebite û bi lêv kir ku heke wisa biçe dê neçar bimîne ku dikanê bigire.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 577’emîn de berdewam bike.   * Danişîna Doza Kobanê wê li Girtîgeha Kampusê ya Sîncanê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna Doza Komkujiya Garê ya 10’ê Cotmehê wê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqwereyê were dîtin. (10.00)   * Danişîna doza derbarê rojnamevan Hayrî Tûnç û Baransel Agca hatiye vekirin wê li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bê dîtin. (10.50)   * Navenda Giştî ya ÎHD’ê wê rapora binpêkirinên mafan a sala 2021’ê aşkere bike. (11.30)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Amed û Îzmîrê dane destpêkirin dê bidomin. (11.30-13.00) ZINDÎ   * Odeya Avahîsazan, Odeya Endezyarên Ziraetê, Baroya Amedê û Komeleya Ekolojiyê wê “Rapora Baxçeyên Hevselê” dê li avahiya Odeya Avahîsazan aşkere bikin. (12.30)   * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, wê bi dirûşmeya “Ji tecrîd, mêtîngerî û şer re na. Çareserî em in” wê li Êlihê serdana dikandaran bike û bi gel re bicive. (13.00) ZINDÎ