Amedspor li hemberî Batman Petrolsporê 2-0 bi ser ket 2022-10-05 21:30:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Maça Amedspor-Batman Petrolsporê 2-0 bi dawî bû.   Di Koma Spî ya Lîga 2'yan a Federeasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor li qada xwe bi Batman Petrolsporê re lîst. Amedsporê di hefteya 8'an a lîgê de li hemberî Batman Petrsolsporê 2-0 bi ser ket.   Lîstik li Stadyûma Diyarbakirê hat lîstin. Ji ber ku TFF'yê du maç cezayê lîstina bêalîgiran li Amedsporê biribû, Amedspor di vê maçê de bêalîgirên xwe lîst. Amedspor, di deqeya 11'an de bi gola Kerem Çagatay 1-0 ket pêşiya Batman Petrolsporê. Gola duduyan jî di deqeyên dawî yên dewra ewil de ji aliyê Mansûr Çalar ve hat avêtin û Amedspor 2-0 ket pêşiyê.    Di dewra duduyan de jî ji Batman Petrolsporê Ferdî Konak di deqeya 73'yan de cara duduyan kerta zer girt û ji lîstikê hat derxistin. Batman Petrolsporê ji deqeya 73'yan heya dawiyê bi 10 kesan lîst.    Di dewra duduyan de her du tîman jî gol neavêtin û maç 2-0 bi dawî bû.    Di dawiya maçê de alîgirên Batman Petrolsporê gazî lîstikvanên her du tîman jî kirin û ew pîroz kirin.    Amedsporê bi vê serketinê pûanê xwe kir 13.