Tirkiyeyê gundên Pêncwênê bombebaran kirin 2022-10-05 20:48:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Balefirên Tirkiyeyê gundên navçeya Pêncwênê bombebaran kirin.    Balefirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) ên dewleta Tirkiyeyê gundekî bajaroka Nalparêz a navçeya Pêncwênê bombebaran kirin.   Qeymeqamê navçeya Pêncwênê Zana Hesen der barê bombebaranê de got: “Vê êvarê saet di 16:45’an de balefirên bêmirov ên dewleta tirkî gundê Beyane yê bi bajaroka Nalparêzê bombebaran kirin. Der barê ziyanan de agahî bi destê me neketine.”   Her wiha çavkaniyek ji Pêncwênê jî ragihand ku balefiran navbera gundê Kanî Maran û Beyaneyê jî bombebaran kiriye û heta niha jî balefir li ser asîmanê deverê digerin.   SÎHA'yên Tirkiyeyê duh jî hinek gundên navçeya Şarbajêr û Pêncwênê ên girêdayî Silêmaniyeyê bombebaran kiribûn.