4 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-10-05 18:18:20   COLEMÊRG - 4 kesên ku îro danê sibehê li Geverê di avêtina ser malan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.   Di 3'yê Cotmehê de li Taxa Kişla ya navçeya Geverê ya Colemêrgê li nêzî Qereqola 75'incî Yilê du teqînên cuda pêk hatibûn. Di van teqînan de yek jê giran 3 polîs birîndar bûbûn. Piştî teqînê Taxa Ormanê hat dorpêçkirin. Îro danê sibehê di avêtina ser malan de Mustafa û Bahoz Bor û Yakûp Bor û kurê wî Jîhat Bor bi hinceta îxbara wan hatiye kirin hatin binçavkirin. Welatiyên hatin binçavkirin ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Polîsan a Geverç.    Ji welatiyên hatin binçavkirin Yakûp Bor piştî îfadeya li midûriyeta polîsan û Mustafa, Bahoz û  Jîhat Bor ê 16 salî jî piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.