Dê Botan li dijî komployê bimeşe 2022-10-05 16:56:42   ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê bang li hemû gelê Botanê kir ku di 9’ê cotmehê de beşdarî meşa li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bibin.    Bi mebesta protestokirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dê li Cizîr a Şirnexê bi pêşengtiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” meşeke girseyî bê lidarxistin. Têkildarî mijarê li avahiya HDP’a Cizîrê daxuyanî hat dayîn. Endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan, DBP, TJA, TUAY-DER û Meclisa Dayikên Aştiyê di daxuyaniyê de amade bûn.    BANGAWAZÎ   Daxuyanî ji hêla Hevseroka HDP’a Şirnexê Sabuha Akdag ve hat kirin. Akdag, anî ziman ku dê li dijî komployê li qadan bin û wiha bang kir: “Em komploya navneteweyî şermezar dikin. Ji bo wê jî em ê di 9’ê cotmehê de ji bo şermezarkirina komployê, tecrîdê û îşkenceyên li girtîgehan li Cizîrê meşekî li dar bixin. Banga me ji bo hemû gelê Botan ew e ku tev li meşê bibin. Meş dê saet di 14:00’an de dest pê bike. Hêviya me ew e ku tecrîda li zindanan bi dawî bibe.”