PEN'a Kurd têkildarî qetilkirina Nagîhan Akarsel daxuyanî da 2022-10-05 16:27:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda PEN'a Kurd têkildarî qetilkirina Endama Navenda Lêkolînan ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel daxuyanî da û got: "Eger ev êrişên terorê neyên rawestandin, li Başûrê Kurdistanê tu nivîskar û rojnamevan nikarin bêtirs bixebitin."   Endama Navenda Lêkolînan ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel 4’ê Cotmehê li bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê li ber mala xwe bi êrişeke çekdarî hate qetilkirin. Navenda PENa Kurd qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kir. PEN'a Kurd bang li Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe kir ku rê li ber êrişên terorî bê girtin.    PENa Kurd  di daxuyaniya xwe de wiha got:   "Nagîhan Akarsel rojnamevan û nivîskareke kurd a ku ji bajarê Konyaya Tirkiyê ye bû, ev demek bû ku li Silêmaniyê jiyana xwe berdewam dikir. Akarsel sernivîser û endama damezirîner a kovara Jineolojiyê û endama lijneya rêveberiya Akademiya Jineolojiyê bû.   HIKUMET ÇIMA NIKARE RÊ LI BER ÊRIŞÊN LI SER ROJNAMEGERAN BIGIRE   Kuştina nivîskar û rojnamegeran a li Herêma Başurê Kurdistanê ne nû ye, lê niha bûye diyardeyek, em dibînin ku di nava 40 rojên dawî de ev bûyera duyemîn e ku nivîskarên li Başûrê Kurdistanê dibin hedefa êrîşên hovane yên çekdarî ku tê de du kes canê xwe ji dest didin. Gelo Hikûmeta Başûrê Kurdistanê çima nikare rê li ber êrişên li ser rojnameger, nivîskar û rewşenbîrên kurd bigire û heta kengî wê mirovên fikir û ramanê bikevin heyra jiyana xwe?   Bi rastî jî cihê xemginiyê ye ku di nava 40 rojan de, piştî kuştina nivîskar û lêkolîner Suhêl Xurşîd, ev bûyera qirêj pêk hatiye û heyf û mixabin e ku dezgehên hikumî û ewlekariyê nekarîne rê li ber vê bûyerê jî bigirin û kiryarên herdu êrîşan desteser bikin û bînin ber dîwana heq û edaletê.”   Navenda PENa Kurd careke din bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku tenê li kuştina rojnamegeran nenêre û sînorekê ji kuştina nivîskar û rojnamegeran re deyne û wiha got: “Divê rayedar erka xwe pêk bînin, terorîstan bigirin û ceza bikin. Eger ev êrişa terorê neyê rawestandin, li başûrê Kurdistanê tu nivîskar û rojnameger nikarin bê tirs û xof bi aramî keda xwe bidomîne.”