Davûtoglû dest ji giliya xwe ya derbarê Demîrtaş de berda 2022-10-05 12:46:14   STENBOL -  Ahmet Davûtoglû, dest ji giliya xwe ya derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de berda.    Danişîna doza derbarê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş de ji ber gotinên derbarê Serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû de gotibûn hatiye vekirin li 47’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê hate dîtin. Demîrtaş ji ber di dema qedexeyên derketina derve yên li navçeya Cizîra Şirnexê de derbarê Serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû de gotibû “Kujerê zarokan” tê darizandin. Di danişîna ku Demîrtaş tev li nebû de parêzerê wî Firat Epozdemîr amade bû.    Piştî diyarkirina nasnameyan dadgehê di danişînê de derbarê belgeyên ku ketine dosyeyê de agahî parve kirin. Dadgehê ragihand ku Davûtoglû yê ku daxwazname ji dosyeyê re şandiye dest ji giliya xwe berda ye. Dozgeriya ku mafê axaftinê wergirt, xwest ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Dadgeh ji bo daxwaza hemû dozên heqaretê bikin yek biryar da ku li benda biryarên dadgehan bin û danişîn taloqî 23’yê Sibata 2023’yan kir.