Cihê avahiya şaredariyê dibistan tê çêkirin 2022-10-05 12:10:38   ŞIRNEX - Cihê avahiya Şaredariya Hezexê ku di dema qedexeyên derketina derve de hatibû hilweşandin û ji aliyê qeyûm ve dewrî Wezareta Perwerdehiyê hatibû kirin, dibistan tê çêkirin.   Li navçeya Hezex a Şirnexê li cihê avahiya şaredariyê ku di sala 2015’an de di dema qedexeya derketina derve de hatibû hilweşandin û di sala 2018’an de jî ji aliyê qeyûm Ersîn Tepelî ve dewrî Wezareta Perwerdehiyê hatibû kirin, niha dibistan tê çêkirin.   Her wiha di serdema şaredariya HDP’ê de tevî hemû israr û hewildanan jî erd nehatibû dayin.