Hakan Fîdan bi rayedarên Biryargeha Tirkmenan re hevdîtin kir 2022-10-05 10:16:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan li Hewlêrê bi rayedarên Biryargeha Tirkmenan re hevdîtin kir.    Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan duh li Hewlêrê bi rayedarên Biryargeha Tirkmenan re hevdîtin kir. Serokê Biryargeha Tirkmenan Hasan Turan têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya fermî ya Facebook’ê daxuyaniyek da û da zanîn ku li gel rayedarên payebilind ê biryargehê re bi Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan re hevdîtin kirine. Di daxuyaniyê de ji bo naveroka hevdîtinê tiştek nehat gotin.    Balkêşe ku di heman roja hevdîtinê de Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnameger Nagihan Akarsel li Silêmaniyeyê di encama sûîqestê de hat qetilkirin.