Salih Muslim: Ocalan teslîm nebû û komplo pûç kir 2022-10-05 09:28:21   RIHA- Hevserokê PYD'ê Salih Muslim anî ziman ku Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ji ber ku negihişt armanca xwe îro li Îmraliyê berdewam dike û wiha got: "Serok Apo teslîm nebû lewma komplo pûç bû. Ji ber ku heya îro tawîz nedan, tecrîda Îmraliyê her roj kûrtir dikin."   Komploya Navneteweyî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 24 sal li pey xwe hişt. Hêzên komploger nehiştin armanca xwe û hemû hesab û polîtîkayên wan ên tesfiyeyê bi berxwedana gelê kurd û dostên wan hatin pûçkirin. Di pêşengiya Îsraîl û ABD'ê de 40 dewletên navneteweyî di komployê de cih girtin û Ocalan di 9'ê cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hate derxistin. Piştî komployê di 24 salan de li erdnîgariya Rojhilata Navîn, gelek guhertin çêbûn û Sûriyeyê ku gavên ewil ên komploya li ser Ocalan hatibû sepandin rol girtibû, jî ji vê guhertinê para xwe girt. Li cihê ku komplo hatibû destpêkirin bi ramanên Ocalan şoreş çêbû. Gelên ku ji ramanên Ocalan sûd wergirtin, xwe li ser piya girtin, niha bi raman û perpektîfên Ocalan jiyaneke nû li wir tê honandin.    Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, armanca komployê, geşedanên piştî komployê û rewşa Ocalan bo ajansa me nirxand.  'GEŞEDANAN BANDOR LI HEMÛ CÎHANÊ KIR'    Salih Muslim anî ziman ku berî nirxandina komployê divê rewşa herêmê ya pêşiya komployê were nirxandin û wiha got: "Beriya komployê gelek tişt çêbûn. Birêz Ocalan di sala 1973'an de wekî şexsekî derket, hevalên xwe li dora xwe kom kirin. Bi hevalên xwe re di sala 1978'an de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ava kirin. Di sala 1984'an de jî dest bi şerê çekdarî kirin. Ji bo gelekî ku ber bi tinebûnê diçû dendikek çand. Gelê kurd li ser dinê careke din da naskirin.Vê geşedanê bandora xwe li herêmê kir. Hêzên navneteweyî ev şopandin. Guhertin dîtin. Rojhilata Navîn ji bo hemû dinê girîng e. Dilê Rojhilata Navîn jî Kurdistan e. Ji ber wê hesab kirin. Birêz Ocalan piştî ku hat Lubnan û Sûriyeyê, gel perwerde kir. Bi hezaran kes perwerdekirin û wan kesan dest bi şerê çekdarî kirin. Rojhilata Navîn hate guhertin. Kesê berjewendiyên wan hene jî hesabên xwe kûrtir kirin."   'TIRKIYE TENÊ GARDIYAN A'    Muslim bal kişand ser hêzên navneteweyî ku tevgera azadiyê ji bo xwe wekî gef dîtin û wiha axivî: "Ji 1990’an û şûnde cîhan hate guhertin. Rojhilata Navîn dikeliya. Ji bo ji nû ve avakirina Rojhilata Navîn a mezin plan hatin çêkirin. Hêzên hegemon di pêşiya planên xwe de tevgera azadiyê weke gef dîtin û li ser wê yekê komplo dan destpêkirin. Birêz Ocalan ji Sûriyeyê derxistin, li dinê dana pey û radestî Tirkiyeyê kirin. Yên kû pêşengtî ji ve planê re kirîn Gladyo ya girêdayî NATO bûn. Heya niha jî ew sîstema Gladyoyê li Îmraliyê dom dike. Tirkiye li Îmraliyê tenê gardiyan e. Tiştên ku li giravê dibin tev bi erêkirina hêzên hegemon pêk tên. Divê em vê heqîqetê zanibin."   'PLANÊN XWE LI SER TIRKIYE MEŞANDIN'    Bi domdarî Muslim bi bîr xist ku hêzên hegemon Tirkiye ji bo planên xwe yên Rojhilata Navîn a Mezin hilbijartinê û ev tişt anî ziman: "Bi her awayî fikirîn. Ji bo plana xwe yê herî baş Tirkiyeyê guncav dîtin û kirin hêza sereke. Tirkiyeyê kirin sere rimê. Tirkiye jî vê wekî derfet dît. Dema em dibêjin Tirkiye, di nava wê de dewleta kûr jî heye. Hêza tarî, Tirkiyeyê ji xwe re kirin cih û war û îslamiyeta nerm bi kar anîn. Tirkiye li hemberî planên hêzên hegemon plana xwe jî çêkirin. Plana Mîsak-î Mîllî heye û Tirkiye ji dixwaze xwe mezin bike. Ji bo vê pêşengtîya komployê kir. Wisa kirin ku pisgirek wekî di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ye, dan nîşandan. Lê ne wisa bû, nakokî jê mezintir bû."   PEYMANA EDENEYÊ    Di berdewamê de Muslim bal kişand ser Peymana Edeneyê ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hatibû mohrkirin û wiha pê de çû: "Pişti derxistina Serokatiyê, peyman hat îmzekirin. Peymana Edeneyê ne fermî bû, tenê di navbera îstîxbaratên Tirkiye û Sûriyeyê de hatibû îmzekirin. Heqîqeta Peymana Edeneyê teslimiyeta Sûriyeyê bû. Tirkiyeyê got; 'Temam tê wekî me kir lê me bes e.' Tişta ku dixwest li ser Sûriyeyê ferz kir. Îro Tirkiye dixwaze Peymana Edeneyê mezin û berfirehtir bike.”   'RAMAN NEMIR IN'    Hevserokê PYD'ê Salih Muslim anî ziman ku armanca Ocalan avakirina jiyaneke nû û aram e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên herêmê têkoşiya. Di parêznameyê da ev xuya ye. Birêz Ocalan hemû ramanên fîlozofên cîhanê berhev kiriye û tecrubeyên xwe daniye ser û ji bo mirovahiyê bi kar tîne. Niha dema şagirt hebin û ramana tê bi parêzin, wê çaxê ew fikra te namire. Di dîrokê de 12 Hewarîyên Îsa hebûn. Îsa mir lê wê demê fikra wî belav bû. Fikrên meyînde bi zû namirin. Li Qampa Bekayê bi hezaran şagirtên birêz Ocalan hebûn. Her yek lehengek e."   'JIN HATIN ASTEKÊ'    Salih Muslim bi bîr xist ku jin di Rojhilata Navîn de hatibûn perçiqandin lê belê bi têkoşîna tevgera azadiyê re dîsa rabûn ser pêyan û ev nirxandin kir: "Jin bi fikir û ramanê Rêber Apo hatine astekê. Ne tenê azadiya xwe, azadiya jinên cîhanê dixwazin. Jîn êdî civaka xwe diparezin. Îro li hemû cihên cîhanê jin bang dikin û dibêjin ‘jin jiyan azadî’. Ev bîr û baweriya Rêber Apo ye. Modernîteya kapîtalîst li dinê gelek kes kirin robot, li derekê din gel ji birçîna dimirin. Kesek naxwaze bibe robot, kesek naxwaze ji bîrçîna bimire. Mirov bi bîr û baweriyên xwe ve hene. Gel xilasiya xwe di felsefeya Rêber Apo de dibîne. Ji ber wê fikrê Rêber Apo ji bo cîhanê girîng in. Divê em wek gelê kurd fikir û ramanên Rêber Apo biparêzin. Divê em wekî şagirtên Rêberê Gelê Kurd, barê wî sivik bikin."   BÊDENGIYA DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ   Muslim, bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî yên di komployê de xwedî rol ku îro êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava jî erê dikin û ev nirxandin kir: "Ji dema komplo hatiye despêkirin heya îro Şerê 3'yemin ê Cîhanê tê meşandin. Di hesabê kesekî de tiştekî wisa tune bû ku gelê kurd wê bibe xwedî hêz û di Rojhilata Navîn de cih bigire.Wan hesap dikir ku Rêberê Gelê Kurd bigirin wê gelê kurd bimire. Dixwazin gelê kurd li gorî xwestekên wan tevbigere. Naxwazin gel rabe û azad bibe. Lewre dibêjin 'Kurdê baş, kurdê mirî ye.' Kurdan hêzên tarî yên wekî DAIŞ’ê têk birin. Kurdan bi avakirina hêzên xwe hemû hesabên hatibûn kirin serûbin kirin. Kurdê azad ji bo xwe xeter dibînin. Ji bo wê li hemberî erişe Tirkiyeyê bêdeng dimînin. Îro heqîqet xuya ye. Çi dewlet hebe berjewendiyên xwe difikirin. Ji ber wê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Her roj zarok û jin tên qetilkirin, gund tên wêrankirin. Tirkiye dibêje ‘Ez li wir terorîstan dikujim’ lê hêzên li herêmê dimînin dizanin ku rewş ne wisa ye.”   'SEROK APO TESLÎM NABE'    Bi domdarî Muslim anî ziman ku Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji ber ku teslîm nebûye, komplo negehiştiye armanca xwe û axaftina xwe wiha qedand: "Komplo heya îro berdewam dike. Haya gelê kurd di nav 4 dîwaran de bê wê komplo berdewam bike. CPT kerr û lal e. Dema mijar dibe kurd tiştekî nakin. Tirkiye li wir tenê gardiyan e. Dema Serok birin Îmraliyê jinek ji CPT’yê wî pêşbazî kiribû. Ew jin li ser navê hêzên navnetewî li wir bû. Ne tenê Tirkiye, hemû cîhan ji îşkenceya Îmraliyê sûcdar e. Her roj ji bo ku Ocalan ji nirxên xwe tawîzan bide îşkenceyê dikin lê birêz Ocalan li gel hemû îzolasyonan li ber xwe dide, teslîm nabe. Xwestekê wan bi cih nayîne. Divê gele kurd ji li Serok Apo xwedî derkeve. Ev 18 meh in tu agahî ji Rêberê me nayên girtin. Ku em jêhatî bûna û me erkên xwe bi cih bianiyan, dê rewş ne wisa bûna. Rêber Apo erka xwe pêk anî û rê nîşanî me da û berxwedanê fêrî hemû gelê kurd kir. Îro divê bi qasî birêz Ocalan me diparêze em jî wî biparêzin.”   MA / Emrûllah Acar