Dadgehê îdia kir ku qedexeyên walîtiyê 'li gor hiqûqê' ne 2022-10-05 09:02:59   AMED - Walîtiya Amedê çalakiyên li bajêr qedexe kiribûn. Dadgeha Îdare ya 1'ê ya Amedê jî ji bo vê biryara walîtiyê îdia kir ku biryareke "hiqûqî" ye.    Walîtiya Amedê di navbera 26'ê Adar û 4'ê Nîsana 2022'yan de li bajêr lidarxistina çalakiyan qedexe kiribû. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdûllah Zeytûn jî li dijî qedexekirina çalakiyan serî li 1'êmîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê da. Di serlêdanê de hatibû destnîşankirin ku qedexeya navborî "li dijî hiqûqê" û xalên têkildarî azadî û mafên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ne û xwestibû ev biryar bê betalkirin.    Dadgeha Îdareyê têkildarî serlêdanê îdia kir ku biryara qedexeyê ya walîtiyê ne li dijî "divêtiyên pergala civaka demokratîk" e û got, biryareke "hiqûqî" ye. Dadgehê bi vî awayî daxwaza ji bo betalkirina biryara qedexeyê red kir.