ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-05 09:00:56   * Hevserokê PYD'ê Salih Muslîm anî ziman ku komploya nevneteweyî ya 9'ê cotmehê ji ber ku negihişt armanca xwe îro li Îmraliyê berdewam dike û wiha got: "Serok Apo radest nabe. Ji ber ku heya îro tawîz nedan, tecrîda Îmraliyê her roj kurtir dikin."   * Walîtiya Amedê çalakiyên li bajêr qedexe kiribûn. Dadgeha Îdare ya 1'ê ya Amedê jî ji bo vê biryara walîtiyê îdia kir ku biryareke "hiqûqî" ye.    * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê, ji bo mîtînga ku dê di 8'ê Cotmehê de bi dirûşmeya "Em ê bi ser bikevin, em qadên jiyanê diparêzin" li dar bixe, bang kir.    * Girtiya nexweş Besra Erol ku kurek wê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest daye û kurek wê jî di girtîgehê de ye, çendî rewşa tenduristiya wê xirab bûye jî nayê berdan.    * Dadgehê sedema cezayê li rojnamevan Sadiye Eser û Sadik Topaloglû hatiye birîn eşkere kir. Dadgehê di biryara xwe de gotiye "Liv û tevgereke bibe cihê sûc tune ye, lê ji bo dewlet û civakê xetere ne."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 576’emîn de ye.    * Danişîna 2’yemîn a doza girtinê ya li dijî Komeleya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin hatiye vekirin wê li Edliyeya Stenbolê were dîtin. (09.00)   * Danişîna 6’emîn a doza ku rojnamevan Sadiye Eser jî di nav de derbarê 33 kesan de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin wê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza 37 endam û rêveberên MATUHAYDER’ê û 12 endamên OHD’ê jê tên darizandin wê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza derbarê Hevserokên HDP’a Esenyûrtê Ercan Saglam û Dîlan Kiliç de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin wê li 32’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de ji ber gotinên derbarê Serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû de gotibûn hatiye vekirin wê 47’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê ye. (10.30)   * Jin wê li Riha û Aydinê qetilkirina Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel şermezar bikin. (11.00-19.00)   * Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Amed û Îzmîrê dane dest pê kirin berdewam dikin. (11.00-13.00) ZINDÎ   * Rêxistina HDP’a Sêrtê, bi tev li bûna parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal wê li avahiya partiya xwe bi mijara “Tecrîdê” panelekê li dar bixe. (13.00)   * MED-DER wê ji ber 5’ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cîhanê wê li avahiya komeleya xwe çalakiyekê li dar bixe. (15.00)   * Danişîna biryarê ya doza Komkujiya Îzol ku xizmên parlamenterê berê yê AKP’ê Zulfîkar Îzol di nav de bûn û ji heman malbatê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, wê li Dadgeha Cezayê Giran a Aksarayê bê dîtin. (16.00)