‘Bi tecrîdê re civak bênefes tê hiştin’ 2022-10-04 16:56:17   BEDLÎS - Parêzerê OHD’ê Erhan Çîftçîler diyar kir ku komploya navnetewî bi pergala tecrîdê tê domandin û bi lêv kir ku civak bênefes tê hiştin.    Komploya navnetewî ku bi derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir, di salvegera 24’emîn de li navçeya Tetwan a Bedlîsê di panelekê de hate nîqaşkirin. Yek ji parêzerê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Erhan Çîftçîler, weke axivîner tev li panela di avahiya Rêxistina HDP’a Tetwanê de hate kirin bû. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên navend û navçeyan ên HDP’ê, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî panelê bûn.    ‘DMME PERÇEYEKÎ KOMPLOYÊ YE’   Çîftçîler, bi lêv kir ku komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rê li ber krîzên Rojhilata Navîn vekirin. Çîftçîler, diyar kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi biryara xwe ya “binpêkirin tune ye” bû hevkarê komployê û wiha got: “DMME hevkariya xwe ya vê komployê didomîne. Herî dawî têkildarî ‘mafê hêviyê’ biryarek da û got ku divê Tirkiye mewzuata xwe li gorî wê biguherîne. Ev biryar di sala 2014’an de hate dayîn lê tevî 8 sal derbas bûn jî hêj tu guhertin nehatin kirin.”   SERDANA CPT’YÊ YA ÎMRALIYÊ    Çîftçîler, qala serdana CPT’yê ya Îmraliyê kir û wiha berdewam kir: “CPT hêj ji axaftina têkildarî biryara hevdîtinê û dayînê daxuyaniyê direve. Sedemê ketina vê mijarê yê CPT’yê berdewamkirina komployê ye. Em bi mereq li bendê ne ku têkildarî hevdîtina xwe ya Îmraliyê wê çi daxuyaniyê bidin.”   ŞERTÊN TECRÎDÊ YÊN GIRAN   Çîftçîler, da zanîn ku şertên tecrîdê yên giran ên li Îmraliyê berdewam dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tecrîd perçeyekî komployê ye û ji roja ewil heta niha berdewam dike. Pergala înfazê ya îro hatiye avakirin jî encama tecrîdê ye. Tecrîd êdî ne tenê li Îmraliyê, belavî hemû beşên civakê bûye. Tecrîd kengî hatibe şikandin, civakê bêhn stendiye. Lê kengî tecrîd bi dawî bibe jî civak bi awayekî giştî bêhnê digire.”   Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.