Li Silêmaniyeyê êrişa bi SÎHA’yan 2022-10-04 16:23:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Silêmaniye ya Herêma Federal a Kurdistanê li dijî wesayîtekê bi SÎHA’yan êriş hat kirin.    Êrişên sûîqest û SÎHA’yan ên li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê berdewam in. Li gorî nûçeya Rojnewsê; Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) rêya pira bajarokê Şêxel Marên a li nêzî gundê Zelanî yê girêdayî navçeya Şarbajêr ê Silêmaniyeyê bombebaran kir. Hat zanîn ku êriş li dijî wesayîtekê hatiye kirin lê têkildarî encamên êrişê tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin.