Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da hevşaredar Dîken 2022-10-04 16:22:44   AMED - Dadgehê şeş sal û 3 meh cezayê hefsê da Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin.    Di doza Hevşaredara Yenîşehîr a Amedê Belgîn Dîken de ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin, biryar hat dayîn. Di danişîna dozê de parêzera Dîken, Ferîde Laçîn amade bû. Di danişînê de dozger îdia kir ku çalakiyên partiya Dîken, bangawaziyên rêxistinê ne û Dîken jî li ser fermana rêxistinê tev li van çalakiyan bûye û mutalaaya xwe ya di rûniştina berê de ku ji bo Dîken ceza dixwest dîsa dubare kir.    Parêzer Ferîde Laçîn jî parastina xwe bi nivîskî kir û diyar kir ku çalakiyên ku miwekîla wê tev li bûne, di çarçoveya xebatên partiyeke siyasî de û azadiya raman û xweîfadekirinê de ne. Parêzer Laçîn, xwest ku miwekîla wê were berdan.    Dadgehê jî biryara xwe aşkera kir û 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Dîken. DAdgehê, di heman demê de biryar da ku tevdîra kontrola edlî ya Dîken berdewam bike.