Siyasetmedarên binçavkirî hatin berdan 2022-10-04 16:22:13   WAN - Endamên HDP’ê û DBP’ê yên li Wan û Erziromê hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Erziromê dabû destpêkirin de Hevserokên Bajêr ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûammer Dûman û Turkan Sumbul, rêveberê HDP’ê Yuksel Kîşî, Hevserokê HDP'a navçeya Qereyaziyê Çetîn Demîr, Hevserokên navçeya Qereçobanê Remziye Tosun û Emîn Tosûn û Turkan Sumbul piştî kirariyên wan yên li miduriyeta polîsan, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Endamê Destaya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Okkeş Kava ku li Wanê hatibû binçavkirin jî, piştî karûbarên îfadeyê, îro hate berdan.    Hat zanîn ku 7 kesên ku hatibûn binçavkirin bi hinceta serdana malbata Hakan Arslan ê ku hestiyên wî piştî 7 salan di nava kîsekê de teslîmî malbata wî kiribûn, hatine binçavkirin. Hat destnîşankirin ku di serdanê de dirûşmên hatine berzkirin, hatine pirsîn.