Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê di roja 120’an de ye 2022-10-04 15:58:38   ÎZMÎR - Malbatên girtiyan ên Îzmîrê di roja 120’an a Nobeta Edaletê de xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan û diyar kirin ku dê her tim û li her deverê daxwazên xwe bînin ziman.    Malbatên girtiyan ên Îzmîrê bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin û rakirina tecrîda li ser girtîgehan, dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan îro di roja 120’an de li pêşiya Baroya Îzmîrê domiya. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên “Azadî ji girtiyên nexweş re” li xwe kiribûn û rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Çîgliyê jî piştgirî da.    ‘BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE’   Di çalakiyê de Hevseroka HDP’a Çîgliyê Emîne Tûfan axivî û diyar kir ku ew naxwazin êdî ji girtîgehan cenaze derkevin. Bi domdarî Tûfan ev tişt anî ziman: “Ev bi meha ye dayik li derve ne lê belê rayedar dengê xwe dernaxînin û çavên xwe lê girtine. Girtî, bêyî ku sedemek hebe di girtîgehê de tên ragirtin. Tu sûcê wan nîne. Divê daxwazên girtiyan pêk bînin û girtiyên nexweş werin berdan. Bila tecrîd jî bi dawî bibe.”    Hevserokê HDP’a Çîgliyê Huseyîn Aktaş jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin malbatên girtiyan û ev tişt anî ziman: “Divê girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan. Em dixwazin ku girtiyên nexweş bên tedawîkirin. Daxwazên dayikan, daxwazên me jî ne. Em ê her tim û li her deverê van daxwazên xwe bînin ziman.”