Di teqîna Geverê de herî kêm 3 polîs birîndar bûn 2022-10-04 15:13:59   COLEMÊRG - Hat zanîn ku di teqîna duh bi şev a navçeya Geverê de yek jê giran herî kêm 3 polîs birîndar bûne.    Duh bi şev nêzî Qereqola Polîsan a 75’încî Yilê ku li Taxa Kişla ya girêdayî navçeya Gevera Colemêrgê ye di navbera saet 22.00’an û 01.00’an de du teqînên mezin pêk hatin. Piştî teqînê wesayîta zirxî ya ku polîsên hêzên taybet tê de bû û diçû Taxa Ormanê hate gulebarankirin. Demeke dirêj dengê çekan ji herêma bûyer lê qewimî hatin. Li gor agahiyên bi dest ketine yek jê giran herî kêm 3 polîs birîndar bûne. Hat destnîşankirin ku polîsên birîndar bûne birine Nexweşxaneya Sahrayê.     TAX DI BIN DORPÊÇÊ DE YE   Piştî teqînan tax ji aliyê sedan polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsên ku li ser hinek malan de girtin, nasnameyên şêniyên taxê ji kontrolê derbas kirin. Hat ragihandin ku polîsan tundî û heqaret li hinek kesan kirine. Piştî teqînê kamerayên qereqolê hatin guherandin. Li gel vê yekê ardeyên li ber der û paceyên qereqolê hatin qahîmkirin û dora wan bi mertalên çelîk hatin girtin. Sedan polîs li Taxa Orman û Kişlayê lêgerîna xwe didomînin. Nivîsên “Bijî Serok Apo” û “Silav ji kesên Zapê heya Avaşînê li ber xwe didin re” ên li ser dîwaran hatibûn nivîsîn jî tên jêbirin.     Bi ronibûna rojê derket holê ku li cihê teqîn lê çêbûye paceyên gelek kargehan şikestine û dîwarên wan qul bûne.