Li Kadikoyê bo meşa ‘azadiyê’ banga hevpar 2022-10-04 13:58:27   STENBOL - HDK, HDP û DBP jî di nav de, gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo tevlibûna meşa ku dê di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de bi dirûşma “Ber bi azadiyê ve dimeşin” bê lidarxistin, banga hevpar kirin.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Xizmên Xwe Windakirin a Anatoliyayê (ANYAKAYDER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER), Komeleya Lêkolînên Kurd û Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) beriya komploya navneteweyî ya 9’ê cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em, li dijî komplo, tecrîd, pergala îşkenceyê ya li girtîgehan û terkkirina mirinê ya girtiyan ber bi azadiyê ve dimeşin” hatibû vekirin.    BERTEK NÎŞANÎ KOMPLO Û TECRÎDÊ DAN   Ji MATUHAYDER’ê Kalo Bozukmak, diyar kir ku bi komploya li dijî Ocalan re hêviya jiyana hevpar a gelên Rojhilata Navîn hedef hatiye girtin û wiha got: “Pirsgirêkên li herêmê, piştî komployê hêj girantir bûn. Binpêkirinên li girtîgehan, yek ji bandorên tecrîdê ye. Em nikarin vê rewşê ji tecrîdê cuda binirxînin. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku di şexsê Îmraliyê de em tecrîdê têk bibin û ber bi azadiyê ve bimeşin.”    JI BO MEŞA GIRSEYÎ BANG   Hevberdevka Buroya Şêwirmendiyê ya DBP’a Stenbolê Dîlber Demîr jî bal kişand ser tecrîda piştî komployê ketiye meriyetê û wiha got: “Em nikarin vê yekê ji êrişên li dijî gelê kurd cuda bigirin dest. Weke her demê, îro jî gelek girîng e ku em tecrîdê têk bibin û derfetê bibin çêkirin ku Ocalan bikare fikrên xwe bi civakê re parve bike. Em ê di 24’emîn salvegera komployê de gelek çalakî û xwepêşandanan li dar bixin. Di roja yekşemê saet di 15.00’an de em ê meşekeê girseyî li dar bixin û banga me ji bo her kesî ew e ku tev li meşê bibin.”    MUXATABÊ ÇARESERIYÊ: OCALAN   Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol jî têkildarî mijarê axivî û got ku komploya li dijî Ocalan, rê li ber şikestinên dîrokî vekiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di mijara pirsgirêka kurd de dewlet hêj polîtîkaya ewlehiyê dimeşîne. Ev yek jî rê li ber binpêkirina maf û azadiyan dike. Divê di mijara çareserkirina pirsgirêkan de Ocalan raste rast weke muxatab bê girtin. Bi komployê re xwestin ji hêla manewî, îdeolojîk û civakî ve kurdan qels bikin. Nehiştin fikrên Ocalan bi civakê re bên parvekirin. Xwestin di çareseriya demokratîk û azadîxwaz a di pirsgirêka kurd de seknekî bihêz tune bikin. Tecrîd, tenê qutkirina pêwendiyan a bi derve nîne. Tecrîd, bandora konsepteke hişk a ewlekariyê ye. Weke rejîmekê hat sazkirin û li tevahiya girtîgehan û civakê hat belavkirin.”    MALÊN MIRINÊ   Di berdewamê de Bîrol bal kişand ser geşedanên piştî komployê li Rojhilata Navîn qewimîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêşerojeke tarî li gelan hat ferzkirin. Rejîma tecrîd û bêdenkirinê li tevahiya girtîgehan belav kirin. Ev şertên giran ên tecrîdê hatin afirandin. Lewma jî girtîgeh, veguherîn malên mirinê. Banga min li her kesî ew e ku tev li meşa li Kadikoyê bibin.”