Li dijî qetilkirina Nagihan Akarsel bertek: Em vê zîhniyetê nas dikin 2022-10-04 13:30:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel li Silêmaniyeyê hat qetilkirin. Jinan bertek nîşanî qetilkirina Akarsel dan û gotin: “Em vê zîhniyetê dizanin û nas dikin.”    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û rojnameger, nivîskar û akademîsyen Nagihan Akarsel li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê li pêşiya mala xwe di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin.    Rêxistinên jinan, rojnameger û siyasetmedaran li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bertek nîşanî qetilkirina Akarsel dan.    TJA: DEWLETA TIRK QETIL KIR    Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî qetilkirina Akarsel ev peyam parve kir: “Rêhevala me #NagihanAkarsel ji bo ku rastiya heqîqeta jinan a di tarîtiyê de mayî, ji bo ronîkirina zanyariya jinan a winda û ji bo derxistina heqîqetê bi salan e têdikoşiya. Rêhevala me îro li Silêmaniyeyê ji hêla dewleta tirk ve hat qetilkirin. Hûn nikarin pênûsê heqîqetê bêdeng bikin!”    MECLISÊN JINAN ÊN HDK’Ê: EM SOZA TÊKOŞÎNÊ DIDIN    Meclisê Jinan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî qetilkirina Akarsel şermezar kir û wiha got: “Edîtora Kovara Jineolojiy û Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê #NagihanAkarsel ku têkoşîna azadiya jinê dida, li Silêmaniyeyê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Em vê êrişê şermezar dikin û soz didin ku dê têkoşîna azadiyê ya jinan û piştevaniyê mezintir bikin!”    JINÊN KU PÊŞEROJ DIRÊSANDIN: ÊRIŞEKE BI ALÇXAXÎ YE    Jinên ku Pêşerojê Dirêsin (Women Weaving Future) jî da zanîn ku Akarsel yek ji organîzatorên konferansa jinê bû û wiha got: “Em vê êrişa bi alçaxî şermezar dikin û soza mezinkirina têkoşînê didin.”    Her wiha Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel jî bertek nîşanî qetilkirina Akarsel da û wiha got: “Em vê êrişa bi alçaxî şermezar dikin.”    ŞOPÊN AKP-MHP’Ê   Parlamentera HDP’ê û Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Dilşat Canbaz jî têkildarî qetilkirina Akarsel ev peyam parve kir: “Di cînayetên bi vî rengî yên li herêma Kurdistanê de şopên faşîzma AKP-MHP’ê û şirîkên wan ên sûc ên li herêmê heye.”    MECLISA JINAN A DBP’Ê: EM VÊ ZÎHNIYETÊ NAS DIKIN   Endama Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Siya Ayhan Akgul jî derheqê cînayetê de ev tişt anî ziman: “Qetilkirina Nagihan Akarsel, sûîqesteke li hemberî nirxên jinan ên xwe dispêrin hêza parastina cewherî ya jinan ku li dijî pergala desthilatdariya faşîst a berhema mejiyê mêr e. Em vê zîhniyetê dizanin û nas dikin.”