Dozger ji bo hevşaredar Toprak heta 15 salan ceza xwest 2022-10-04 12:11:06     AMED - Danişîna doza Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak hat dîtin û dozger ji bo Toprak heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest.    Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de Hevşaredara Farqîn a Amedê Naşîde Toprak ji peywirê girtibû. Danişîna doza Toprak îro hat dîtin. Bi hinceta ku tev li çalakiyên partiya xwe bûye, derheqê Toprak de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Doza Toprak ji 3 biryarên neşopandinê û 3 îdianameyên yekkirî pêk tê. Danişîna dozê îro li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Toprak, parêzerên wê Burhan Arta û Sabahattîn Korkmaz di danişînê de amade bûn.    Bi hinceta ku beşdarî çalakiyekê bûye, derheqê Toprak de îdianameyeke nû hat amadekirin û li dosyayê hat zêdekirin. Dadger, têkildarî çalakiyê xweste Toprak parastinê bike. Toprak, diyar kir ku di dema çalakiyê de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê bû, çalakî ji hêla partiya wê ve hatiye lidarxistin û ev çalakî jî dikeve çarçoveya xebatên siyasî yên partiyê.    DAXWAZA GIRTINÊ   Parêzerên Toprak jî diyar kirin ku dê piştî lêkolînkirina dosyayê parastina xwe bikin. Li hêla din dozger jî mutalaaya xwe ya derheqê esasê de pêşkeşî dadgehê kir. Dozgerê ku mutalaaya xwe bi nivîskî pêşkeş kir, diyar kir ku di çalakiyên Toprak de domdariyek heye û xwest ku Toprak bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan bi cezayê girtîgehê were cezakirin.    Piştî ragihandina mutalaayê jî parêzerên Toprak ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwest.    Dadgehê biryar da ku rewşa tevdîra kontrola edlî ya Toprak bidome, daxwaza parêzeran a demê qebûl kir û danişîna dozê taloqî 24’ê mijdarê kir.