Cezayê li xwendekarên şahiya ecînê lidarxistin hatibû birîn hate pejirandin 2022-10-04 11:59:02   STENBOL - Dadgeha Bilind piştî 11 salan cezayên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” li xwendekarên ku ji ber şahiya ecînê hatibûn girtin, hatibû birîn, pejirandin.    Di 15’ê Gulana 2012’an de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Balikesirê ya bi îdîaya “Bi lidarxistina şahiya ecînê endaman bi PKK’ê didin qezenckirin” dabû destpêkirin de, bi ser malên 11 kesên dihat îdîakirin endamên Meclîsa Ciwanên Welatparêzên Demokratîk (DYG-M) ên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ne, hatibû girtin. Di serdegirtinên 12 navnîşanên cuda de xwendekarên zanîngehê Erdal Bayram, Metîn Bîlgîn, Mûstafa Ertaş, Gulîstan Keleş, Ferhat Bozkûrt, Ayhan Çîftçîoglû, Emrah Sacik, Îrfan Aşar, Sebahattîn Enîşkîn, Husnu Asan û Ramazan Ekîncî hatin binçavkirin. Amblema BDP’ê, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şalên rengên kesk, sor û zer, pirtûk, ajanda û kovarên di serdegirtinên malan de hatin dîtin, bi hinceta “hêmanên sûc in” hatin desteserkirin.    12 KES HATIN GIRTIN   11 kes di 17’ê gulanê de ji aliyê 3’yemîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Bûrsayê ve hatin girtin. Ji girtinê re 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, nerazîbûn û çalakiyên li dijî 34 welatiyên li Roboskê hatin qetilkirin, daxuyaniyên çapemeniyê û seyrana hatiye kirin weke sûc hatin nîşandan. Oktay Yildiz ê ku di çarçoveya lêpirsînê de der heqê wî de biryara binçavkirinê hebû, piştî binçavkirina di 23’ê hezîranê de bi heman hincetê hat girtin. Fatîh Arslan û Necla Ozmen ên di çarçoveya heman lêpirsînê de di dîrokên cuda de hatin binçavkirin, piştî wergirtina îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a Balikesirê hatin berdan.     ÎDÎANAME HATE AMADEKIRIN   Ji bilî “şahiya ecînê” û herwiha tapeyên telefonê, gelek çalakî û bûyer û bûyerên di navbera xwendekarên zanîngehê de di 11’ê îlonê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” û “zerardayîna mal û milkên cemaweriyê” îdianame hate amadekirin. Piştî qebûlkirina îdîanameya ji aliyê 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê ve di danişîna yekem a dozê ya 5'ê Mijdara 2012'an de 12 kes hatin berdan. Di danişîna 13’ê îlona 2013’an hate dîtin de dozger xwest Fatîh Arslan, Metîn Bîlgîn, Erdal Bayram û Mûstafa Ertaş bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bêcezakirin. Derbarê kesên din de jî bi heman sûcdariyê daxwaza beraetê kir. Dozger bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” derbarê hin kesan de daxwaza ceza derbarê hin kesan de jî daxwaza beraetê kir. Her wiha xwest Îrfan Aşar jî bi îdiaya “kevir avêtinê” bê cezakirin.    Piştî girtina 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê ya di çarçoveya qanûnan de dosya veguhestin 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Balikesîrê. Dadgeha ku derbarê dosyayê de di 21’ê çileya 2015’an de biryar da, ji “endamtiya rêxistinê” li Yildiz, Ertaş, Bîlgîn, Asan, Bozkûrt, Çîftçîoglû, Keleş, Arslan, Ozmen û Bayram de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birî, derbarê Sacik, Aşar, Ekîncî û Enîştekîn de jî biryara beraetê hate dayîn. Dadgehê ji “propagandaya rêxistinê” li Ertaş, Bîlgîn, Asan û Ozmen re salek û 15 roj cezayê hefsê, li Yildiz, Sacîk, Aşar, Bozkûrt, Çîftçîoglû û Ekîncî 10 meh cezayê hefsê birî û biryar taloq kir. Derbarên Enîştekîn de ji her du sûcan, derbarê Aşar de jî ji sûcê “zerardayîna mal û milkên cemaweriyê” biryara beraetê hate dayîn.    HATE ÎTÎRAZKIRIN    Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Huseyîn Bogatekîn, Rêzan Sarica û Raziye Ozturk li dijî biryarê îtîrazî Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Balikesîrê kirin. Ji bilî vê li dijî biryarên beraetê Serdozgeriya Komarê ya Balikesîrê jî îtîraz kir. Piştî ku dadgeha herêmê biryar pejirandin dosya veguhest Dadgeha Bilind.     HEM XERA KIR HEM PEJIRAND   3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind bi biryara di 14’ê hezîranê de dayî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Yildiz, Çîftçîoglû, Ertaş, Bozkûrt, Keleş û Arslan hatibû birîn, pejirandin. Daîreyê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê ku li Bayram, Asan û Ozmen hatibû birîn jî kêm dît û biryar xera kir. Daîreyê biryara beraetê ku ji “propagandaya rêxistinê” ji Enîştekîn, Yildiz, Çîftçîoglû, Bayram, Bozkûrt, Keleş û Arslan re hatibû dayîn jî xera kir.    MA / Mehmet Aslan