CPT’yê derheqê Abdullah Ocalan de agahî nedan: Dê rapor 6 meh piştre bê şandin! 2022-10-04 09:44:44   ENQERE - Seroka şandeya CPT’yê ya çûy serdana Îmraliyê Therese Rytter diyar kir ku dê nekare niha derheqê rewşa Abdullah Ocalan de agahî bide û da zanîn ku dê rapora xwe 6 meh piştre ji Tirkiyeyê re bişînin.    Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê û Miameleya Dermirovî yan jî Biçûkxistinê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê (KE), têkildarî hevdîtina xwe ya di navbera 20-29’ê îlonê ya li Tirkiyeyê de daxuyanî da. Yek ji saziyên ku CPT çûye serdana wê jî Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bû. CPT’yê da zanîn ku bi mebesta lêkolînkirina şert û mercên girtîbûnê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş çûne Îmraliyê û destnîşan kir ku girîngiyeke taybet didin çalakiyên civakî yên li Îmraliyê tên pêşkeşkirin û şêweyê pêwendiyên bi derve.    Şandeya CPT’yê ji bo bi cih anîna sepanan û pêşniyarên derheqê Girtîgeha Îmraliyê de bi Cîgirê Wezîrê Dadê Akin Gurlek, Midûrê Giştî yê Girtîgehan Enîs Yavuz Yildirim û gelek rayedarên payebilind ên wezareta dadê û wezareta karên derve re hevdîtin din kiriye.    DÊ RAPORÊ 6 MEH PIŞTRE BIŞÎNIN   Ajansa me xwe gihand seroka şandeya CPT’yê ya çûyî Îmraliyê û 2’yemîn Cîgira Serok a CPT’yê Therese Rytter. Rytter, da zanîn ku dê raporê di meha adarê ya sala 2023’yan de erê bikin û ji Tirkiyeyê re bişînin. Bi domdarî Rytter ev tişt anî ziman: “Wê demê jî ji bo ku Tirkiye bersivê bide, 6 meh dem jê re mihlet tê dayîn. Wê demê jî dê CPT biryarê bide bê ka dixwaze rapora xwe parve bike yan na. Em xwedî wê derfetê ne ku xwe bigihînin hemû kesên ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin.”    DERHEQÊ ABDULLAH OCALAN DE AGAHÎ NEHATIN DAYÎN    Têkildarî pirsa me ya derheqê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî Rytter ev bersiv da: “Ez dikarim bibêjim em çûne serdana girtiyên li Tirkiyeyê lê nikarim nûveyan parve bikim. Heke rapor bi raya giştî re hat parvekirin, wê demê ev yek dê bên ragihandin.”    RAPORA 2019’AN NEHAT WEŞANDIN   CPT, herî dawî di sala 2019’an de çûbû serdana Îmraliyê. Me jî bi bîra Rytter xist ku rapora wê serdanê hêj nehatiye parvekirin. Li ser vê yekê Rytter ev tişt anî ziman: “Biryara parvekirina raporeke CPT’yê (û bersiva dewletê) ne em lê dewleta endam dide. Divê mirov pirsa vê ji hikûmeta tirk bike. Heta niha gelek dewletan li gel bersiva xwe, her wiha rapora CPT’yê jî parve kiriye. Heke dewleteke hevkariyê neke û nexwaze di çarçoveya CPT’yê de rewşa heyî baştir bike, wê demê komîte dibe ku biryara daxuyaniyê bide.”    MA / Gozde Çagri Ozkose