ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-04 09:01:07   * Hevserokê PYD'ê Salih Muslim anî ziman ku komploya navdewletî ya 9'ê Cotmehê ji ber ku negihaştiye armanca xwe îro li Îmraliyê berdewam dike û wiha got: "Serok Apo radest nabe. Ji ber ku heya niha qet tawiz nedaye, tecrîda li Îmraliyê her roj kûrtir dikin."   * Piştî dinya hêdî hêdî sar bû, amadekariyên zivistanê jî dest pê kirin. Li Şemzînanê jinan ji niha ve dest bi tijekirina şûşeyan û hişkirina beran kiriye.   * Amediyên ku nerazîbûna xwe ya ji bo "mîhrîcana" ku dê Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê li navçeya dîrokî Sûrê li dar bixe anîn ziman wiha gotin: “Ev mîhrîcan ji bo me wekî dojehê ye. Kesên xwenas dê neçin tev li mihrîcanê nebin."   * Dadgeha Îstinafê ya Amedê, 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê li Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûtttekînê hatibû birîn xera kir.    * Dilxwaza EŞÎK'ê parêzer Hulya Gulbahar bal kişand ser forûmên EŞÎK'ê ku li 11 bajaran dabû da destpêkirin û wiha got: "Em ê ji bo teşhîrkirina bûyerên destdirêjiyê yên li bajarên kurdan bi destên kesên biunîforma tên kirin bixebitin."    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 575’emîn de berdewam dike.    * Danişîna doza derbarê Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak a ji peywirê hate girtin ji ber “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin de wê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk were. (09.00-17.00)   * Danişîna doza derbarê rojnamevan Hayrî Demîr de ji ber nûçeyên li Sûriyeyê çêkirine hatiye vekirin wê li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin. (09.00)   * Danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê û endamên MYK’ê jê tên darizandin dê li Girtîgeha Kampusa Sîncanê were dîtin. (10.00)   * Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê, wê bi civîna çapemeniyê ku dê li Şaxa Egîtîm-Sen’ê ya Hejmara 2’yan a Îzmîrê li dar bixe, damezrandina xwe ragihîne. (10.30)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan wê li Amedê li ber Girtîgeha Tîpa D, li Îzmîrê jî li ber baroyê berdewam bike. (11.00-16.00) ZINDÎ   * HDK, TJA, DBP, HDP, TUHAYDER, OHD, DAD, NÇM, ANYAKAY-DER, Komeleya Lêkolînên Kurdî wê bi boneya 24'emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9 'ê Cotmehê li avahiya Rêxistina HDP’a Bajêr a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00) ZINDÎ   * Danişîna ewil a doza Emîne Şenyaşar a bi îdiaya “heqaret” li Wezîrê Karên Hundir û Îbrahîm Yildiz ê AKP’yî kiriye tê darizandin, dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Rihayê were dîtin. (11.00)   * Danişîna 8’emîn a doza derbarê rojnamevan Îdrîs Yayla de bi hinceta “li dijî civîn û xwepêşandanan muxalefet kiriye” hatiye vekirin, wê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Êlihê bê dîtin. (12.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî endamên SES’ê ku ji bo xwarin boykot kirin rastî êrişa çekdarî hatin wê li ber Nexweşxaneya Welîdînê ya Jinan û Nexweşiyên Zarokan daxuyaniyê bide. (12.30)   * HDP’ê wê civîna Koma Meclisê li dar bixe. (12.45)   * Ji bo şermezarkirina qetilkirina muzîsyen Onûr Şener wê li Qada Bakirkoyê û Navenda Çandê ya Turkan Saylan daxuyanî bê dayîn. (16.00-19.00)