Cenazeyê Mazlûm Bahadir hate veşartin 2022-10-04 08:19:49   EDENE - Cenazeyê endamê HPG’ê Mazlûm Bahadir ê di şerekî li Bestayê de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Ceyhanê hate veşartin.    Cenazeyê endamê HPG’ê Mazlûm Bahadir ku di şerekî li herêma Besta ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Ceyhanê hate veşartin. Cenazeyê ku duh malbatê ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê wergirt, anî Goristana Asrî ya Ceyhanê. Cenazeyê Bahadir, li vir bi tev li bûna gelek kesan di saetên şevê de hate veşartin.