'Faîlên Haci Lokman Bîrlîk ji hêla kîjan hêzan ve tên parastin?’ 2022-10-03 12:42:26   ENQERE - Bi ser qetilkirina Haci Lokman Bîrlîk re ku cenazeyê wî bi wesayîta zirxî hatibû kaşkirin, 7 sal derbsa bûn û hêj faîlên wî nehatine dîtin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmer bi mebesta ku derheqê faîlên Bîrlîk de lêpirsîn bê destpêkirin, pêşnûmepirs da Meclisê.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr di 7’emîn salvegera qetilkirina Haci Lokman Bîrlîk de ku di 3’yê cotmeha 2015’an de hatibû qetilkirin, bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag bibersivîne pêşnûmepirsek da Meclisê.    Di hinceta pêşnûmepirsê de wiha hat gotin: “Di encama parvekirina qeydên kamerayên mobeseyê û yên ser medyaya civakî, derket holê ku Haci Lokman Bîrlîk ji hêla Polîsên Tîmên Taybet ve hatiye qetilkirin, cenazeyê wî bi pişta wesayîteke zirxî ve hatiye girêdan û hatiye kaşkirin. Her wiha piştî ku qeydên bêtêlê derketin holê, xuya bû ku 6 polîs sûcdar in. Malbata Bîrlîk û parêzerên wî bi sedema ‘kuştina bi qesdî, xerab bi kar anîna peywirê, heqareta li bîranîna mirî’ û gelek sûcên din, derheqê faîlan de serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dan. Lê belê dozgeriyê tenê bi sedema ‘heqaret li bîranîna mirî hatiye kirin’ lêpirsîn da destpêkirin û ev lêpirîn biencam nebû. Bi ser qetilkirina Haci Lokman Bîrlîk re 7 sal derbas bûn. Tevî bi dehan serlêdanên parêzeran jî hêjta derheqê bûyerê de lêpirsîneke nehatiye vekirin. Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû diyar kiribû 6 polîs ji peywirê hatine derxistin. Lê belê piştre derket holê ku ev polîs li emniyetên cuda li ser karê xwe ne.”    Îmîr têkildarî mijarê ev pirs ji Bozdag kirin:    “*Îşkence, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Li gel ku ev yek tê zanîn ku darazê derheqê îşkenceyê de tiştek nekiriye. Gelo ma ev sepaneke derhiqûqî nîne?     * Armanca nedarizandina faîlên Haci Lokman Bîrlîk ku îşkence li cenazeyê wî hatibû kirin û di hafizeya hemû civakê de ma, çi ye?    * Faîlên vê bûyerê ji hêla kîjan hêzê ve tên parastin? Gelemperiya fermandarên wê demê bi operasyonên FETO’yê hatin girtin lê faîlên Haci Lokman Bîrlîk ji hêla kîjan hêzên dewletê ve tên parastin?    * Heta niha jî di lêpirsînên derheqê faîlên Haci Loqman Bîrlîk de tu pêşketin çênebûne. Gelo sedema vê çi ye?    * Ev bû 7 sal ku Parlamenterên HDP’ê pêşnûmepirsan didin wezareta dadê lê tu bersiv nayên dayîn. Gelo armanca ji vê çi ye? Gelo ma mixatabê vê lêpirsîna wezareta we nîne? Heke nebe, wê demê mixatab kî ye?    * Gelo hûn dê derheqê faîlên ku di qeydên bêtêlan de derhî bûn û serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû îdia dikir ji peywirê hatine girtin lê piştre derket holê ku li midûriyetên cuda yên emniyetê dixebitin, daxuyaniyekê bidin an na?    * Sedema wê çi ye ku derheqê polîsên Haci Lokman Bîrlîk qetil kirin û di qeydên bêtêl û mobesayan de aşkera bûyîn de lêpirsîneke bibandor nayê destpêkirin?    *Şêweyê kuştina Haci Lokman Bîrlîk nîşan dide ku ev sûc bi hev re û bi zanebûn hatiye kirin. Lê belê dîsa jî ev faîl tenê ji sûcekî tên darizandin û ev jî nîşan dide ku tên parastin. Sûcên bi vî rengî weke sûcên li dijî mirovahiyê tên nirxandin lê dîsa jî di dozê de pêşketinek çênabe. Gelo bingeheke vê ya qanûnî heye?”