HDP: Em qetlîama Vartînîsê ji bîr nakin, nadin jibîrkirin 2022-10-03 11:30:11   NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’ê têkidlarî 29’emîn salvegera Komkujiya Vartînîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Em Qetlîama Vartînîsê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin.”   Li bajaroka Vartînîs a Mûşê di 3'yê Cotmeha 1993'yan de hêzên dewletê mala welatiyê bi navê Nasir Ogut şewitand ya herî biçûk 3 salî ya herî mezin 12 salî jê 7 zarok ji heman malbatê 9 kes hatibûn qetilkirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî komkujiyê li ser hesaba xwe ya twîtterê bi kurdî daxuyaniyek weşand.    “QETLÎAM HÊJ JÎ NEHATIYE RONÎKIRIN’   HDP’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “29 sal berê li Mûşê li gundê Vartînîsê 7 jê zarok bi tevahî 9 kes bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Di ser re 29 sal derbas bûn lê ev qetlîam hîn jî nehat ronîkirin û kujer hatin parastin. Em Qetlîama Vartînîsê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin.”