Li Rojhilat tevî tundiya rejîmê jî serhildan didome 2022-10-02 14:32:29   NAVENDA NÛÇEYA - Xwepêşandanên xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bê navber didomin. Di roja 15’emîn a xwepêşandanan de li gelek zanîngehan çalakî hatin lidarxistin.   Piştî qetilkirina jina kurd a ciwan Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ên dewleta Îranêve, li ser banga tevgera azadiya Kurdistanê li rojhilatê Kurdistanê greva giştî pêk hat. Xelkê Rojhilat ku bi greva giştî sînordar neman, dest bi xwepêşandanê kir. Xwepêşandan di demeke kurt de belavî hemû navçeyên Rojhilatê Kurdistanê û bajarên din ên Îranê bû. Ev 15 roj in ku xwepêşandan tevî hemû êrîşên hovane yên hêzên dewleta Îranê yên li dijî xwepêşandêran dike, bênavber didomin. Heta niha bi dehan xwepêşander hatine qetilkirin, bi sedan hatine birîndarkirin û bi hezaran hatine binçavkirin.    Îro ango di roja 15’an de li gelek zanîngehên Rojhilat û Îranê xwendevanan xwepêşandan kirin. Dîmenên xwepêşandanên li hin zanîngehên wek; Zanîngeha Azad a Islamşehr, Zanîngeha Firdewsî ya bajarê Meşhed, Zanîngeha Razî ya bajarê Kirmaşan, Zanîngeha Şîraz, Zanîngeha Teknîkê ya Tehranê, Zanîngeha Zanistê Bijîşkî ya Sine, Zanîngeha Azad a Necefabad û Zanîngeha Azad a Bajarê Qudsê, her wiha li Taxa Lalêzar bajarê Tehran, li Îsfehan û Şîrazê hatin parvekirin. Pîşekar û Kamyondarên Îsfehanê jî li qadan bûn.   Weke di dîmenan de xuya dike hem di nava zanîngehê û hem jî ji derweyî vê xwepêşandanên girseyî hene û dengê dirûşmeyên dijî desthilatdariya Îranê û ji bo azadiyê tên bihîstin.