Di hevdîtina vekirî de li girtiyan dan û piştre îşkence li wan kirin 2022-10-02 13:41:12   STENBOL - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê, di hevdîtina vekirî de gardiyanan li girtiyan daye û piştre îşkence li wan kirine.    Di 27'ê îlonê de li Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê, gardiyanan di hevdîtina vekirî de li girtiyan da. Nazli Oran ku ji bo dîtina birayê xwe Selçûk Oran çû hevdîtina vekirî, derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku gardiyanan malbatan tacîz kiriye û  ji ber ku girtiyê bi navê Mehmet li dijî vê rewşê derketiye gardiyanan li ber çavê wan lê daye.    MALBATAN ŞERMEZAR KIR   Oran, da zanîn ku piştî lêdanê gardiyanan  xwestiye girtî Mehmet bi zorê bibin qawişê û tundiyê lê kirine û got ku malbatên girtiyan destê xwe li meseyan dane û êrişê şermezar kirine.    GEFA KUŞTINÊ LI GIRTIYAN XWARINE   Oran, bi lêv kir ku piştî bûyerê birayê wê li wan geriyaye û ji wan re ragihandiye ku gardiyanan îşkence li wan kiriye û wiha got: "Birayê  min got, 'Piştî ku hûn çûn me perîşan kirin'. Îşkence li wan kirine. Wan kirine qawişên cuda û gardiyan ji çend deqan careke çûne cem wan û ji wan re gotine, 'Em ê we ji vir sirgûn bikin'. Gef li wan xwarine."   Oran, agahî da ku bi birayê wê re 26 girtî li heman qawişê dimînin û ji sed gardiyanan zêdetir bi ser qawişa wan de girtine û êrişî wan  kirine.