Ûgûrlû: Azadiya Ocalan dê nefesek rehet bide Tirkiyeyê 2022-10-02 10:18:09   ÎZMÎR - Endama MYK’a HDP’ê Îdîl Ûgûrlû ji bo meşa bi dirûrşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin" ku wê di salvegera kompoloya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de pêk were banga tevlibûnê kir û got: “Bi azadkirina Ocalan dê Tirkiye nefesek rehet bigire.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyê derket. Bi derketina Ocalan re komploya li dijî Ocalan dest pê kir. Di salvegera komployê ya 24’emîn de dê li gelek bajaran meşa bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” bê lidarxistin. Li Îzmîrê wê roja 9’ê cotmehê saet di 15.00’an de li Qada Basname meşek girseyî bê lidarxistin. Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê Îdîl Ûgûrlû têkildarî meşa di salvegera komploya li dijî Ocalan de li dar dixin axivî.    ‘BI KOMPLOYÊ XWESTIN TÊKOŞÎNA AZADIYÊ TÊK BIBIN’    Ûgûrlû anî ziman ku komploya li dijî Ocalan bi hevkariya Ewropa, NATO û hêzên emperyalîst pêk hatiye û got: “Komplo têkoşîna sed salî ya ji bo azadî, wekhevî, xweparastina gelên li Rojhilata Navîn û gelên Rojhilata Navîn hedef girtiye. yYekitiya çalakî û têkoşînê ku li gorî wê hatiye avakirin. Erdnîgariya ku em tê de dijîn hem dewlemendiyên bin erd û hem jî yên li ser erdê hene. Ev rewş veguherî helwesteke ku gel berdêl bide. Bi dîtina paradîgmaya bilindbûna yekitiya têkoşînê û gelên li azadiyê digerin, pergala kapîtalîst bi komployekê Ocalan hedef girt. Ne tenê Tirkiye, hemû hêzên hegemonîk bi vî rengî nêzîk bûn. Armanca wan ew bû ku civakê bêbîr bihêlin. Ev komployeke pir berfireh bû. Divê ev ne tenê di şexsê Abdullah Ocalan de weke komploya li dijî yekitiya têkoşînê bê dîtin."    PARADÎGMA OCALAN PÊL BI PÊL BELAV DIBE    Ûgûrlû da zanîn ku bi radestkirina Ocalan a Tirkiyeyê re tecrîdê dest pê kir û wiha got: “Tevî vê yekê jî tecrîd hat pûçkirin. Li gel birêz Ocalan di girtîgehê de ye jî ji bo gelan dibe hêvî. Girtîgeh li pêşiya fikrên wî ku li dinyayê belav bûn nikare bibe asteng. Îktidara li Tirkiyeyê hêviya jiyanê ji destê Ocalan girtiye û îktidar sûc dike. Her çiqas xeber ji Ocalan nayê girtin jî lê paradîgmaya wî pêl bi pêl belav dibe.”    ‘PIRSGIRÊK BI AZADIYA OCALAN DIKARIN BÊN ÇARESERKIRIN’    Ûgûrlû destnîşan kir ku dê azadiya Ocalan pêk were û wiha axivî: “Gelek kes Ocalan meraq dike, pirtûkên wî dixwîne û lêkolînê li serê dike. Her ku diçe bala her kesî diçe ser Ocalan. Modelek ku pêşkêş kiribû hebû. Di Mutabakata Dolmbahçeyê de jî anî ziman. Lê di encama polîtîkayên hatin meşandin de ev ji holê hatin rakirin. Îro li dijî HDP’ê êrişên dijwar pêk tên. Heke Ocalan azad bibe, wê civak nefesê bigire. Hemû krîz û pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi azadiya Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.”    BANGA JI BO MEŞÊ    Ûgûrlû diyar kir ku ew ê li dijî tecrîdê û komployê meşa “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” dê li dar bixin û got: “Berê jî me Meşa Gemlikê li dar xist û xwedîderketinek mezin hebû. Meşa em ê di 9’ê Cotmehê de li dar bixin, em armanc dikin ku ji Meşa Gemlikê girseyîtir be. Em bang li hemû gelan dikin kut ev li meşa me bibin.”    MA / Delal Akyuz