‘Em ji gotinên Wezîrê Dadê bawer nakin’ 2022-10-02 09:03:16 AMED - Bavê girtiyê nexweş Dîren Yaşa, Eşref Yaşa bertek nîşanî gotinên Wezirê Dadê yên ‘Em ê rewşa girtiyên nexweş bînin rojevê’ da û got: “Em ji gotinên Wezîrê Dadê bawer nakin. Heta niha ji bo girtiyên nexweş tiştek nekirine, divê gavên şênber biavejin.” Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û rewşa girtiyên nexweş girantir dibe. Gelek girtiyên nexweş tevî ku nexweşiya wan girane jî nayên berdan û gelek ji wan jî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Girtiyê nexweş Dîren Yaşa jî yek ji wan girtiyên nexweş e. Yaşa, meha sibatê di sala 2012’an de li Çewligê di pevçûnekê de bi awayekî birîndar hate girtin û çend salan li Çewligê di girtîgehê de ma. Pişt re jî li Girtîgeha Wanê û li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne. Piştî Amedê di sala 2015’an de sewqî Girtîgeha Tipa F a Ewlehiya Bilind Kandira ya Kocaeliyê hate kirin. Yaşa, ji bilî birînên şarapnalê yên piştê û serî, tevî ku derûniya wî xirabûye jî nayê berdan û 10 salin di girtîgehê de ragirtiyê.   Bavê Dîren Yaşa, Eşref Yaşa anî ziman ku, zarokê wî hem ji ber zext û tundiyên li ser malbatê hem jî yên li ser welat tev li refên PKK'ê bûye û wiha qala wan rojan kir: “Hem welatê me, hem jî em weke malbat jî di bin zextên dewletê de bûn. Di sala 1996’an de dema ez di rojnameya Ozgur Gundemê de dixebitîm hatim girtin û 9 salan di girtîgehê de mam. Dema ez hatim girtin Dîren 10 salî bû. Di sala 1993’an de jî li dijî rojnameyê êriş çebû û di wê êrişê de jî apê min Haşîm Yaşa şehîd ket. Pişt re birayê min Yalçin Yaşa hat qetilkirin. Zilma pergalê bandor lê kir. Wî jî biryara xwe da, ne bi dizî bi awayekî vekirî xatir ji diya xwe xwest û di sala 2009’an de tev li refên gerîla bû.”   ‘DI GIRTÎGEHÊ DE DERÛNIYA WÎ XIRAB BÛ’   Yaşa, diyar kir ku zarokê wî di sala 2012’an de li Çewligê birîndar hatiye girtin û ev tişt gotin: “Li Çewligê ji bo nekevin destê lêşkeran bombe bi xwe ve teqandin û 9 gerîla şehîd bûn. 2 gerîla jî birîndar hatin girtin. Dîren jî birîndar bûbû, 2 parçeyên şarapnalê di piştê de û 2 jî di serê wî de hebûn. Ameliyat jî nedihat kirin. 10 sal in li girtîgehê ragirtî ye. Ji bilî birînan derûniya wî jî di girtîgehê de xirab bûye. 2 caran ew birin nexweşxaneyê, lê ji ber nezikatiya bijîşkan edî naxwazê biçe nexweşxaneyê. Heke tedawî were kirin heviya me heye ku wê baş bibe, lê heke tedawî neyê kirin her ku biçe rewşa wî wê xirab bibe.”   ‘DI ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHÊ DE NIKARÊ TEDAWÎ BIBE’   Di berdewama axaftina xwe de Yaşa bi lêv kir ku heke zarokê wî li derve bûya wê tedawiya wî hatibûya kirin û wiha pê dê çû: “Heke li derve bûya hem tedawiya wî da bê kirin hem jî wê bersiv bidaya tedawiyê. Ji ber ku di girtîgehê de ye em jî nikarin alikariyê bidin. Tedawiya hûndir û derve ne wek hev e. Heke li derve bûya çi pedivî hebûya me yê bikirina. Di şert û mercen girtîgehê de nikare tedawiya derûnî bibe. Her ku diçe bêhtir xirab dibe.”   ‘EM JI GOTINÊN WEZÎRÊ EDALETÊ BAWER NAKIN’   Yaşa, bal kişand ser gotinên Wezirê Dadê yên ‘Em ê rewşa girtiyên nexweş bînin rojevê’ û wiha bertek nîşanî gotinên Wezîr da: “Heta niha ji bo girtiyan tiştekî baş nekirine. Tu baweriyekê nadin civakê. Heta ji destê wan tê di girtîgehan de girtiyan qetil dikin. Ne pêkane ku girtiyên nexweş di nav çar dîwaran de baş bin û tedawiya wan jî nayê kirin. Dewlet qanûnên xwe pêk naîne. Bijîşkên Saziya Tiba Edlî (ATK) her çiqas sonda Hîpokratê xwaribin jî berovajiya wê tevdigerin. ATK bi biryarên siyasî girtiyên nexweş bernade, di hundir de girtiyan dikujin. Girtiyekî nexweş an li ber mirinê berdidin an jî bernadin û di hundir de jiyana xwe ji dest dide. Ji ber wê heta ji bo girtiyên nexweş gaveke şênber neavêjin, em ji gotinên wan bawer nakin. 20 sal in desthilat in lê ji bo girtiyên nexweş tiştekî baş nekirine. Tenê zindanan çedikin û pesna zindanan didin.”   ‘DIVÊ GEL XWEDÎ LI GIRTIYÊN NEXWEŞ DERKEVE’   Di dawiya axaftina xwe de Yaşa ji bo xwedî derketina girtiyan ev bang li gel kir: “Divê taybetî malbatên girtiyan xwedî li girtiyên xwe derkevin. 9 meh in malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin di nobeda edaletê de ne. Divê gel jî piştgiriyê bide çalakiya xizmên girtiyan. Heke gel xwedî li girtiyên xwe derkeve ew dê ji bo girtiyan bibe bersiveke baş.”