ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2022'YAN 2022-10-02 09:00:11     * Li Girtîgeha Çorûmê ya Vekirî girtiyên ku mafê wan ê perwerdehî û hînkariyê tê binpêkirin, li lojmanên personelên girtîgehê di karên paqijiyê de û li ser îskeleyên 10-15 metrekareyî tên xebitandin.    * Serokê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi-Îşê Ozgur Karabûlût diyar kir ku tTifaqa Cumhûrê û Tifaqa Miletê berdewama pergala heyî ne û got ku Tifaqa Ked û Azadiyê çareseriyê pirsgirêkên lareşî yên welêt e.    * Serokê HESOB’ê yê Colemêrgê Muharrem Tekîn da zanîn ku ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariyê, aboriya li herêmê roj bi roj xerabtir dibe û wiha got: “Li gorî daneyên fermî, di navbera 8 mehên dawî de li Colemêrgê 182 kargehan top avêt. Hejmara dikanên ne qeydkirî du qatî ji vê hejmarê zêdetirin.”   * Bavê girtiyê nexweş Dîren Yaşa, Eşref Yaşa bertek nîşanî gotinên Wezirê Edaletê yên ‘Em ê rewşa girtiyên nexweş bînin rojevê’ da û got: “Em ji gotinên Wezîrê Edaletê bawer nakin. Heta niha ji bo girtiyên nexweş tiştek nekirine, divê gavên şênber biavejin.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 573'yemin de berdewam bike.    * Hilbijartina Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) dê li Dibistana 5'ê Nîsanê ya li navçeyaYenîşehîrê bê lidarxistin. (09.00-17.00 )   * Têkildarî Jîna Mahsa Emînî ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû qetikirin dê li Amed û Stenbolê daxuyanî bên dayîn. (16.00)