Dîlsîz cardin bû Serokê Baroya Şirnexê 2022-10-01 23:59:21   ŞIRNEX - Di hilbijartina Desteya Giştî ya Baroya Şirnexê de Rojhat Dîlsîz cardin bû serokê baroyê.   Di Desteya Giştî ya Asayî ya 10'an a Baroya Şirnexê de serokê baroyê yê heyî Rojhat Dîlsîz cardin hat hilbijartin. Hilbijartin li hêwana konferansê ya Otêla Şehrî-Nûhê hat lidarxistin. Rojhat Dîlsîz bi 150 dengan cardin bû serokê baroyê.