AYM’ê derbarê desteserkirina nameya girtî de biryara ‘binpêkirinê’ da 2022-10-01 09:40:05 STENBOL - Girtîgehê nameya girtî Eşref Kaya bi îdiaya “ragihandina rêxistnkirî” desteser kiribû. Li dijî vê serî li AYM’ê hatibû xistin. AYM’ê derbarê desteserkirina nameyê de biryara “binpêkirina azadiya ragihandinê” da.   Girtiyê bi navê Eşref Kaya ji hevalê xwe re name şandibû. Girtîgehê bi îdiaya “armanca nameye ragihandina rêxistinî ye” wek “bifikar e” nameye desteser kiribû. Kaya li ser vê destserkirina nameya xwe di 15’ê tebaxa 2019’an de bi hêceta “binpêkirina azadiya ragihandinê” serî li Dadgeha Destûa Bingehîn (AYM) da. AYM’ê serlêdanê nirxand û derbarê desteserkirina nameyê de biryara “binpêkirina azadiya ragihandinê” da. Kaya di serlêdana xwe de diyar kiribû ku tu hevokek ku bi armanca “ragihandina rêxistinî” hatibe nivîsandin cih negirtiye û nameya xwestiye ji hevalê xwe re bişîne bi awayek kêfî hatiye desteserkirin.    MA / Dîren Yûrtsever